Bajar bi bajar nifûsa Bakurê Kurdistanê çi qas e?

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 85 milyon û 372 hezar û 377 kes in.
07.02.2024, Çar - 06:12
Bajar bi bajar nifûsa Bakurê Kurdistanê çi qas e?
Nuçe Belav bike

Mezintirîn bajarê Tirkiyeyê Stenbol û yê Bakurê Kurdistanê jî Riha ye.

TUIKê amarên nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên sala 2023yan eşkere kirin.

Li gor amarên TUIKê, nifûsa 25 parêzgehên Bakurê Kurdistanê 17 milyon û 160 hezar û 136 kes in û nifûsa tevahiya Tirkiyeyê jî 85 milyon û 372 hezar û 377 kes in.

Nifûsa Bakurê Kurdistanê sala 2022an 17 milyon û 117 hezar û 48 kes bû û ya Tirkiyeyê jî 85 milyon û 279 hezar û 553 kes bû.

Nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gorî sala 2022an gelekî kêm zêde bûye.

Nifûsa Bakurê Kurdistanê sala 2023yan li gorî sala 2022an tenê 48 hezar û 88 kes zêde bûye.

Li ser asta Tirkiyeyê, Stenbol bi 15 milyon û 655 hezar û 924 niçteciyan di rêza yekem, Enqere bi 5 milyon û 803 hezar û 482 kesan di rêza duyem û Îzmîr bi 4 milyon û 479 hezar û 525 kesan di rêza sêyem de cih digirin.

Li Bakurê Kurdistanê nifûsa herî zêde li Rihayê ye

Di nav 25 parêzgehên Bakurê Kurdistanê de Riha bi 2 milyon û 213 hezar û 964 kesan di rêza yekem, Dîlok bi 2 milyon û 164 hezar û 134 kesan di rêza duyem û Amed bi milyonek û 818 hezar û 133 kesan di rêza sêyem de ne.

Parêzgeha Dêrsimê jî bi 89 hezar û 317 nişteciyan biçûktirîn bajarê Bakurê Kurdistanê ye.

Li bajarên erdhejê nifûs kêm bûye

Li parêzgehên Semsûr, Mereş û Meletiyê ku erdhejên 6ê Sibatê bandoreke zêde li wan kir, ji ber kesên canê xwe ji dest daye û koç kirine nifûs kêm bûye.

Li Semsûrê nifûs ji 635 hezar û 169 kesan daketiye 604 hezar û 978 kesan, wate 30 hezar û 191 kes kêm bûye.

Li Mereşê nifûs ji milyonek û 177 hezar û 436 kesan daketiye milyonek û 116 hezar û 618 kesan, ango 60 hezar û 818 kes kêm bûye.

Li Meletiyê nifûs ji 812 hezar û 580 kesan daketiye 742 hezar û 725 kesan, ango 69 hezar û 855 kes kêm bûye.

Hejmara Nişteciyên Parêzgehên Bakurê Kurdistanê:

2022 2023

Riha: 2,170,110 2,213,964

Dîlok: 2,154,051 2,164,134

Amed: 1,804,880 1,818,133

Wan: 1,128,749 1,127,612

Mereş: 1,177,436 1,116,618

Mêrdîn: 870,374 888,874

Erzerom: 749,754 749,993

Meletî: 812,580 742,725

Sêwaz: 634,924 650,401

Êlih: 634,491 647,205

Semsûr: 635,169 604,978

Xarpêt: 591,497 604,411

Şirnex: 557,605 570,745

Agirî: 510,626 511,238

Mûş: 399,202 399,879

Bêdlîs: 353,988 359,747

Sêrt: 331,311 347,412

Colemêrg 275,333 287,625

Çewlig: 282,556 285,655

Qers: 274,829 278,335

Erzingan 239,223 243,399

Îdir: 203,594 209,738

Kilîs: 147,919 155,179

Erdexan 92,481 92,819

Dêrsim: 84,366 89,317

Giştî: 17,117,048 17,160,136

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 518 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:36:07