Bakirhan bersiv da heqaretan: Şêx Seîdê Kal rûmeta gelê Kurd e

Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan derbarê Şêx Seîd de peyamek belav kir.
13.12.2023, Çar - 06:15
Bakirhan bersiv da heqaretan: Şêx Seîdê Kal rûmeta gelê Kurd e
Nuçe Belav bike

Bakirhan da zanîn ku bêrêziya li hemberî Şêx Seîd nayê qebûlkirin û got, “Şêx Seîdê Kal rûmeta gelê Kurd e û serbilindiya me ye.”

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi Kurdî peyamek belav kir û nerazîbûn nîşanî wan kesan da ku heqaretê li Şêx Seîd dikin.

“Şêx Seîdê Kal rûmeta gelê Kurd e”

Bakirhan di peyama xwe de wiha got:

“Şêx Seîdê Kal rûmeta gelê Kurd e û serbilindiya me ye. Di têkoşîna hebûna gelê xwe de xwedî xîreteke mezin e û di vê rêyê de gelek berdêl dane.

Em dijî şexsê wî bêhurmetî û heqeretan qebûl nakin û wan kesên ku heqeretan dikin şermezar dikin.”

Ji ber ku navê Şêx Seîd li Amedê li kolanekê hatiye kirin van rojan gelek nijadperestên Tirk heqaretan li Şêx Seîd dikin.

Şêx Seîdê ku li ber dewleta Tirkiyeyê serî hildaye yek ji pêşeng û rêberên gelê Kurd e.

Piştî ku serhildan têk çû Şêx Seîd û 47 rêhevalên xwe 29ê Hezîrana 1925an ji aliyê hikûmeta wê demê ya Tirkiyeyê hatin îdamkirin.

Tirkiyeyê heta îro jî cihê gora Şêx Seîd eşkere nekiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 443 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:51:57