Baroya Amedê ji sûcê 'qirkirinê' beraet bû

Dagehê derbarê rêveberiya Baroya Amedê ya salên 2018-2020’an de ku ji bo bûyerên sala 1915’an peyva jenosîd bi kar anîbû, biryara beraetê da.
17.10.2022, Pts - 11:36
Baroya Amedê ji sûcê 'qirkirinê' beraet bû
Nuçe Belav bike

Derbarê rêveberiya Baroya Amedê ya salên 2018-2020’an de ku ji bo bûyerên sala 1915’an peyva jenosîda Ermeniyan bi kar anîbûn, doz hatibû vekirin û lêpirsînê dest pê kiribû.

Rûniştina dozê îro li Amedê li 11.mîn Dadgeha Cezayê Giran hat lidarxistin.

Parêzer Nurcan Kaya biryara dadgehê ya derbarê dozê de aşkere kir û ragihand, dadgehê derbarê dozê de biryara beraetê da.

Parêzer Nurcan Kaya destnîşan kir, “Dozger bi sedema ku li gorî wî hêmana sûcê tune ye û niyeta wî ya sûc tune ye (bi eşkereyî şermezarkirina dewletê) daxwaza beraetê kir. Bi sedema ku hêmanên sûcê pêk nehatine biryara beraetê hat dayîn.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 553 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:38:05