Baroya Diyarbekirê: Dadgeh hewla sergirtina doza Tahir Elçî dide

Baroya Diyarbekirê û Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî, daxuyaniyeke hevpar li ser birêvebirina doza Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî ragihandin.
22.09.2022, Per - 13:49
Baroya Diyarbekirê: Dadgeh hewla sergirtina doza Tahir Elçî dide
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku dozger û dadgeh, ji destpêkê ve, li şûna ku li diyarde, dane û agahiyên ku bûyerê ronî bikin bigerin, hewla ku ser dozê bigirin didin û ev jî helwesteke dijî hiqûqê û dadweriyê ye.

Daxuyaniya ku bi desnivîsa Serokê Baroya Diyarbekirê û Seroka Rêveberiya Weqfa Mafên Mirovan a Tahîr Elçî parêzer Turkan Elçî hatiye ragihandin, balê dikşîne ser wê yekê ku di rûniştinên berê de, biryara guhdarîkirina Serokwezîrê Tirkiyê yê serdema ku Tahîr Elçî hatibû kuştin û di gotareke xwe de jî kuştina Elçî wek cînayet ragihandibû Ahmet Davutoglu dabû. Lê li ser daxwaza dozger, 10 emîn dadgeha Diyarbekirê; bi rûştina 19ê Îlona 2022yan biryara ku ‘ji ber Ahmed Davutoglu şahidê bûyerê yê rasterast nebûye û gotinên wî, li ser ronîkirina bûyerê ti guherînê nakin, pêwistî bi guhdarîkirinê nîne’ daye.

Hiqûqnasan ragihandine ku ew qebûl nakin û rê nadin ku ‘ser doza Tahîr Elçî bê girtin’ û helwesta dozger û dadgehê jî şermezar kirin.

Bangewazî li serokên hemû Baroyên Tirkiyê, mafparêz û parêzeran hat kirin ku ji bo nerazîbûn nîşanî helwesta sergirtina doza Tahîr Elçî bidin, di 27ê Îlonê de, bi cubeyên xwe beşdarî xwepêşandana li ber Edliya Diyarbekirê bibin, hat kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 456 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:35:33