Baroya Şirnexê ji bo Mala Dengbêjan doz vekir

Qeyûma Şaredariya Cizîrê, Mala Dengbêjan dewrî Rêveberiya Perwerdeyê ya Cizîrê kiriye û Baroya Şirnexê li dijî vê yekê doz vekir.
21.09.2023, Per - 11:50
Baroya Şirnexê ji bo Mala Dengbêjan doz vekir
Nuçe Belav bike

Qeyûma Şaredariya Cizîrê Nazlî Demîrê, 7ê Tebaxê “Mala Dengbêjan” (Qesra Mihemed Axa) ku milkê Şaredariya Cizîra Botanê ye dewrî Rêveberiya Perwerdeyê ya Cizîrê kir.

Baroya Şirnexê jî bi daxwaza rawestandina wê biryarê doz vekir.

Doz li Dadgeha Mêrdînê hatiye vekirin.

Baroya Şirnexê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku wan li hemberî wê biryarê li Dadgeha Mêrdînê doz vekiriye û ew dixwazin ew biryar bê rawestandin û nekeve warê bicihkirinê.

"Dê bikeve xizmeta beşeke civakê"

Baroya Şirnexê li ser hesabê xwe wiha nivisiye:

“Qesra Mihemed Axa sala 2015an wekî Mala Dengbêjan li navçeya Cizîra Botan dest bi xebatê kiriye.

Şaredariya Cizîrê 7ê Tebaxa 2023yan ev cih radestî Dibistana Amadeyî ya Hunerên Ciwan kiriye.

Qesra Mihemed Axa şûnwarekî dîrokî yê sedsala 19an e. Berî çend salan Şaredariya Cizîrê restore kir.

Mala Dengbêjan yek ji cihên geştyariyê yên girîng e. Di vê çarçoveyê de eger ev cih radestî Dibistana Amadeyî bê kirin dê wekî navendeke geştyariyê nemîne.

Xelk dê nikaribe here serdana wir û dê bikeve xizmeta beşeke civakê.

Bi armanca ku em rê li ber vê rewşa neyasayî bigirin me wekî Baroya Şirnexê li Dadgeha Mêrdînê ji bo hilweşandina wê biryarê doz vekir û em dixwazin ev biryar nekeve warê bicihkirinê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 357 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:42:05