Baydemîr: Bi zorê îradeya Kurdan naşkê

Osman Baydemîr derbarê rewşa Kerkûkê de got: “Îro di hemû Rojhelata Navîn de hemû kes vê yekê baş bizane ku kurd bi darê zorê, bi zextê û bi zulmê serê xwe li ber kesî netewandiye û ji niha pêve jî serê xwe wê li ber zaliman netewîne. Herwiha dê xwedî li nirxê xwe derkeve. Xwedî li axa xwe û îradeya xwe derkeve.”
16.10.2017, Pts - 11:45
Baydemîr: Bi zorê îradeya Kurdan naşkê
Nuçe Belav bike

Berdevkê Partiya Demokratîka Gelan-HDPê Osman Baydemir ajansa Rûdawê de ragihand, ku êrişa ser Kerkukê êrişa li dijî mirovahiyê, demokrasiyê û rûmeta gelê kurd e û ti kurdek vê yekê qebûl nakê.

Baydemîr da xuyakirin, ku divê bê şert û merc îradeya gelê Kerkûkê were naskirin û diyar kir: “ Divê ew kesên dibêjin ez mirovahiyê, demokrasiyê û raya gel diparêzim, rêzê ji îrada gelê Kerkukê re nîşan bide. Di 25ê Îlonê de îrada gelê Kurd derket holê. Divê hemû kes rêz lê bigre.”

Berdevkê HDPê da xuyakirin, ku gelê kurd şerxwaz nîne û wiha berdewam kir: “Gelê kurd ne li Kerkuk, ne li Amed, ne li Efrîn ne li Mahabadê ne li Sîne û ne tu deverekî din ê Rojhelata Navîn tu carî şer naxwaze. Azadiyê dixwaze, wekheviyê dixwaze. Kî dijmunatiyê li hember gelê Kurd bike bila vê yekê baş bizane ku gelê Kurd serê xwe natewîne û tu carî nebûye koleyê tu kesî û nabe koleyê tu kesî.”

Baydemîr tekez kir: “Parastina Kerkukê parastina îrada gel e. Piştgiriya Kerkûkê, parastina rumet û îrada gelê Kurd û Kurdistanê ye. Gelê Kerkûkê ku çûn ser sindoqan û dengê xwe ji bo giştpirsiyê dan ne tenê gelê kurd bû; herwiha: ez bawer im turkmen jî çûn ereb jî çûn. Li wir hemû gel îrada xwe dan nîşandan. Divê hemû kes rêz li vê bigire.”

Osman Baydemîr herwiha got: “Ew destdirêjiyên ser Kerkûkê tên kirin, bi taybetî ji Enqerê ku dixwazin alozî li Kerkukê çê bikin, divê baş bizanin ku bi aloziyê, bi fitneyan, tu hêz û tu nêrîn bi ser naketiye. Wê ew jî bi ser nekevin. Bi mirin û kuştinê eger kurdan dest jibajarên xwe berdaba dê dest Helepçê, Qoçgirî, Efrînê û Kobanê berdana. Ev yek ne mimkune. Tenê rêyek ji çareseriyê heye ew jî rêya dîyalog û danustandinê ye. Rêya şêwirê ye. Em carek din bang dikin ku bila herkes rêz ji îrada gelê kurd re nîşan bide.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1290 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:36:20