Berdevkê CNKê hatiye desteserkirin

Berdevkê Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) Jîyan Tîmurtaş îro danê sibê ji alîyên hêzên emnî yên Tirkiyê hatîye desteserkirin.
21.10.2022, Cum - 10:53
Berdevkê CNKê hatiye desteserkirin
Nuçe Belav bike

Berdevkê Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) Jiyan Tîmurtaş sibeha îro li Amedê di serdegirtina mala xwe de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hat desteserkirin.

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê, Berdevkê Ciwanên Netewî yên Kurdistanê Jiyan Tîmûrtaş birine Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ya Amedê û nahêlin parêzer wî bibînin.

Li gor zanyariyan, ji ber di dosyaya Jiyan Tîmûrtaş de sînordarî heye destûr nehatiye dayîn ku ew bi parêzerê xwe re hevdîtinê bike.

Jiyan Tîmurtaşê kurê Mahmut Tîmûrtaş e ku bi salan Serokê Şaxa Sêrt-Mêrdînê ya sendîkaya Dîsk/General-Îşê bû û di Çileya 2021an de koça dawî kir.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 414 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:27:13