Berdevkê HUDA-PARê Ramanli bi mamosteyên Kurdî re civiya

Berdevkê HUDA-PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli bi mamosteyên zimanê Kurdî re civiya.
30.09.2023, Cts - 12:38
Berdevkê HUDA-PARê Ramanli bi mamosteyên Kurdî re civiya
Nuçe Belav bike

Parlamenterê HUDA-PARê yê Êlihê Serkan Ramanli li ser hevdîtina bi mamosteyên Kurdî re got, “Em li ser zêdekirina jimara kadroyan, ji bo Mamosteyên Kurmancî û Zazakî, pêşvebirina xebatên dersên Kurdî yên vebijare, pêşdariya vekirina Beşa Zimanê Kurdî di Zanîngeha Batmanê de axivîn.”

Berdevkê HUDA-PARê û Parlamenterê Êlihê Serkan Ramanli bi mamosteyên zimanê Kurdî re civiya.

Ramanli li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dadaxuyaniyek belav kir û got:

Mamosteyên hêja jî bûn mêvanê me.

Em li ser; Zêdekirina jimara kadroyan, ji bo Mamosteyên Kurmancî û Zazakî, pêşvebirina xebatên dersên Kurdî yên vebijare, digel dêûbav û zarokan, pêşdariya vekirina Beşa Zimanê Kurdî di Zanîngeha Batmanê de axivîn.

Me hêvî, daxwaz û pêşniyariyên xwe parvekir.

Ji bo xwedî derketina li zimanê me Kurdî, hevdîtinek pir bi qîmet û giranbiha bû. Mala wan ava be.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 510 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:35:36