Bi biryara dadgehê 16 rojnamevanên Kurd hatin girtin

Bi biryara Dadgeha Amedê ji 22 kesên ku roja 8ê Hezîranê hatibûn desteserkirin, ku 20 rojnamevanên Kurd in, 16 ji wan hatin girtin.
16.06.2022, Per - 06:29
Bi biryara dadgehê 16 rojnamevanên Kurd hatin girtin
Nuçe Belav bike

Derengê şeva borî 15ê Hezîrana 2022ê li Dadgeha Amedê proseya dadgehkirina wan 22 kesan birêve çû ku 20 ji wan rojnamevan in û ji roja 8ê Hezîranê ve li ser daxwaza Dozgeriya Giştî ya Amedê di operasyonekê de hatibûn desteserkirin.

Derengê şeva borî proseya dadgehkirina 21 kesan bidawî bû ku daxwaza girtina wan dihat kirin û bi biryara dadgehê cezayê zîndankirinê li ser 16 rojnamevanên Kurd hat ferzkirin û bo girtîgehê hatin şandin. Pênc kesên din jî ku çar rojnamevan in bi mercê dadî hatin berdan.

Di dema dadgehkirinê de hejmarek rojnamevan, welatî û merivên rojnamevanên dihatin dadgehkirin li ber dadgeha Amedê kom bûn bi bilindkirina sloganên “Ragihandina Azad Nayê Bêdengkirin” û “Berxwedan Jiyan e” proseya dadgehkirinê û biryarên dadgehê şermezar kirin.

Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Dicle Muftuoglu ragihand ku demjimêr 13:00ê roja Pêncşembê 16ê Hezîranê bo şermezarkirina biryara girtina hevpîşeyên xwe li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kom dibin û çalakiyekê dikin.

Di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî ya Amedê de 8ê Hezîrana 2022ê li Amedê polîsan bi operasyoneke hemwext bi ser gelek malan de girtin û di nav de Hevserokê Komeleya Rojnemevanan a Dicle Firatê Serdar Altan û Rêvebira JINNEWSê Safiye Alagaş jî di nav de 20 jê rojnamevan bi tevahî 22 desteser kirin. 22 kesên hatibûn desteserkirin piştî temambûna wergirtina îfadeyên wan li Rêveberiya Ewlekariya Amedê, doh bo dadgehê hatibûn şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 587 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:42:12