Bismil: HDPê banga aştiyê li her du malbatên Kurd kir

Şandeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana gundên Şidadê û Sarî Huseyin ên navçeya Bismilê ya Amedê kir ku di encama şerê du malbatan de 9 kes hatibûn kuştin. Şanda HDPê li her du gundan banga aştiyê li aliyan kir.
17.06.2023, Cts - 07:58
Bismil: HDPê banga aştiyê li her du malbatên Kurd kir
Nuçe Belav bike

Roja Pêncşemê 15ê Hezîrana 2023an di navbera malbatên Taş û Alyamaç ên ji gundên Şidadê û Sarî Huseyin ên navçeya Bismil a Amedê de şer derketibû û di şer de 9 kes hatibûn kuştin û 2 kes jî birîndar bûbûn.

Serdozgeriya Komarê ya Bismilê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin û 3 dozger ji bo lêpirsîna derbarê bûyerê de hatine erkdarkirin. Heta niha 5 kes hatine destserkirin.

Roja Înê 16ê Hezîrana 2023an şandeke HDPê ku ji Parlamentera Partiya Çepên Kesk (YSP) a Amedê Salîha Aydenîz, Parlamenterê YSPê yê Amedê Mehmet Kamaç, Hevserokên Şaza Amedê yên HDPê û çendîn berpirs, endam û rêveberên HDPê yên Amedê û navçeya Bismilê pêk dihatin, ji bo şînê serdana her du gundan kirin û sersaxî li malbatên qurbaniyên bûyerê kirin.

Parlamentera YSPê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz ligel şanda HDPê serdana konên şînê yên her du malbatan kirin û sersaxî ji wan re xwest.

Aydenîz li yek ji konên şînê axivî û got, “Ez hêvî dikim ku bûyerên bi vî rengî êdî di navbera gel, eşîr û malbatên Kurd de çênebin. Divê em ew agirê ku li ser gelê Kurd tê barandin û dijmindariya li hember wan tê meşandin bibînin û dijmindariya hev nekin.”

Aydenîz di berdewamiya axaftina xwe de banga aşitiyê li her du malbatan kir û ji rîspî, malbat û kesayetên Kurd jî daxwaz kir ku di pêkanîna aştiya di navbera her du malbatan de rola xwe bilîzîn.

Di bûyerê de 5 kesên ku canê xwe ji dest dabûn ji malbata Alyamaç bûn û 4 kesên din jî ji malbata Taş bûn.

Lêkolînên derbarê bûyerê de berdewam in. Di çarçoveya lêpirsînê bûyerê de, Serdozgeriya Komarî ya Bismilê derbarê 18 kesên gumanbar de biryara desteserkirinê daye û roja Înê di operasyonekê de 5 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin desteserkirin.

Her wiha ji bo desteserkirina 13 kesên din jî lêgerîn berdewam e, du ji wan kesan birîndarên şerê duh in li gundê Şidadê ne ku niha li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Cenazeyên 9 kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dabûn jî hatin veşartin. Li aliyekî din tedbîrên ewlehiyê yên cendirmeyan li nav gundê Şidadê û derdora wê berdewam dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 269 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:50:14