Çalakiya malbatên kesên winda di hefteya 743an de ye

Çalakiya malbatên kesên di salên 90î de hatine bêserûşûnkirin di hefteya 743. de berdewam kir.
06.05.2023, Cts - 11:50
Çalakiya malbatên kesên winda di hefteya 743an de ye
Nuçe Belav bike

Çalakiya malbatên kesên di salên 90î de hatine bêserûşûnkirin di hefteya 743. de berdewam kir. Di çalakiyê de mafnas, siyasetmedar û malbatan banga cîbicîkirina edaletê kirin û xwestin çarenûsa kesên hatine binçavkirin were eşkerekirin.

Li Diyarbekirê di Parqa Kuşoyolu de ber Peykerê Mafê Jiyanê malbatên kesên di salên 90î de hatine bêserûşûnkirin çalakiya xwe ya 15 sal in didome dîsa li darxistin.

Çalakiya ku 743 hefte ne berdewam e bi diruşmeya “bila serwinda werin dîtin û kujer werin darizandin” careke din hat li darxistin.

Di çalakiyê de namzedên parlementeriya Diyarbekir ên Partiya Çep a Kesk jî beşdarî kirin û piştgiriya çalakvanan kirin û Namzedê Partiya Çep a Kesk Cengîz Çandar jî amaje kir ku eger 15 sal in ev çalakî didome û berpirs nehatine girtin, ev tê wê wateyê ku 15 sal in liv î welatî dad nîne.

Di çalakiya 743. de çîroka Mehmet Can Ayşînê di sala 1994an de li Licê hatî binçavkirin hat vegotin û hat amajekirin ku Mehmet Can Ayşînê di sala 1994an de ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat binçavkirin û kesên bi wî re hatîn binçavkirin paşê hatin berdan lê careke din agahî ji Mehmet Can Ayşîn nehat girtin.

Di çalakiyê de Mafnas û Endamê Rêveberiya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekir Ercan Yilmazbal kêşand ku sedema rudana van buyeran û berdewamiya van çalakiyan a bingehîn ew e ku Pirsa Kurd hîn jî nehatiye çareserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 420 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:56:59