Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hat dîtin!

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku cenazeyê Rojîn Kabaîşê hat dîtin.
15.10.2024, Sal - 17:24
Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hat dîtin!
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, Rojîn Kabaîşa ji 27ê Îlonê ve winda bû li peravên Gola Wanê bi awayekî mirî hat dîtin.

Rojîn Kabaîş xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê bû.

Rojîn Kabaîşê 27ê Îlonê ji hevalên xwe re gotibû ku dê here peravên golê û keviran kom bike.

Piştî rojekê ku telefona wê li peravên golê hatibû dîtin li nav golê ji bo dîtina wê lêgerîn hatibû destpêkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku cenazeyê Rojîn Kabaîşê li gundê Mele Qasimê yê li peravên Gola Wanê hatiye dîtin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya di daxuyaniya xwe de got:

“Mixabin cenazeyê keça me ya xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşa ku 27ê Îlona 2024an ji şevîmana xwe ya li Wanê derket.

Ew 18 roj in winda bû ji aliyê tîmên me ve li gundê Molla Qasimê li peravên Gola Wanê hat dîtin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 134 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:19:51