CHP û Baroya Amedê êrişa li dijî Maşallah Dekak ​​şermezar kir

13.01.2024, Cts - 13:19
CHP û Baroya Amedê êrişa li dijî Maşallah Dekak ​​şermezar kir
Nuçe Belav bike

Baroya Amedê êrişa kirêt a li dijî nûnerê Rûdawê Maşallah Dekak şermezar kir û diyar kir ku ew dê pêvajoya qanûnî bişopînin.

Herwiha Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî ji bo êrişkar cezayê bi bandor xwest.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Amedê Maşallah Dekak doh dema ku serdana Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan dişopand, li ber Mizgefta Mezin a Amedê rastî êrişa kesekî hat.

Kesê ku heta niha nasnameya wî diyar nebûye got, “Bi aqil bin, ev der Komara Tirkiyeyê ye” û êrişî Maşallah Dekak kir.

Êrîşkar ji aliyê kesên derdorê ve ji cihê bûyerê hat dûrxistin û hat binçavkirin.

Ev êrişa li hemberî nûnerê Rûdawê bû sedema bertekan.

Baroya Amedê jî daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

“Em êrişa kirêt a devkî û fizîkî ya li dijî nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak dema ku li Amedê nûçe dişopand şermezar dikin.

Em ji Maşallah Dekak û civaka çapemeniyê re hêviya silametiyê dixwazin. Em dê bibin şopînerê pêvajoya hiqûqî.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 311 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:32:28