Ciwanekî hemû malbata xwe û piştre jî xwe kuşt

Li bajarê Mereş a Bakûrê Kurdistanê ciwanekî bi demança bavê xwe, dayîk, bav û herdu birayên xwe kuşt û piştre jî xwe kuşt.
10.08.2022, Çar - 08:44
Ciwanekî hemû malbata xwe û piştre jî xwe kuşt
Nuçe Belav bike

Li Mereş a Bakûrê Kurdistanê ciwanekî 22 salî ku bi kêrê xwast xwe birîndar bike, bav, dayîk û herdû birayên xwe yên ku xwastin pêşî lê bigrin bi demançê kuştin û dûre jî bi heman çekê xwe kuşt.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin, li taxa Onsen ciwanê 22 salî yê bi navê B.O.derket ser banê xanîyê xwe û bi kêra di dest xwe de ji ber sedemeke hîn nediyar xwe birîndar kir. Bavê wî yê ku hat zanîn bi xwe jî polîse û dayîka wî xwastin pêşî li kurê xwe bigrin. Di wê demê de wî ciwanî demançeya bavê xwe hilgirt û gule li endamên malbata xwe rêşand û piştre jî bi heman çekê li xwe da û dawî li jiyana xwe anî.

Di bûyerê de dayîka 45 salî ya bi navê H.O, birayê 25 salî yê bi navê H.F.O û birayê din ê 11 salî yê bi navê T.O li cîhê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Herwaha bavê bi navê H.O jî, ku ji aliyê tîmên tendurustiyê ve bo nexwaşxanê hat rakirin jî nehat rizgar kirin.

Fermandarê cendirmeyan ê parêzgehê Mustafa Ozdurhan ku hat cihê bûyerê û lêkolîn pêk anî, banga aramiyê kir û diyar kir ku li derdora girseyê bûyereke wek karesatekî pêk hatiye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 596 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:09:34