Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezayê Adnan Selçuk Mizrakli hilweşand

Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezayê Hevserokê şaredarê ji kar dûrxistî yê Diyarbekirê Adnan Selçuk Mizrakli hilweşand.
07.12.2022, Çar - 07:47
Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezayê Adnan Selçuk Mizrakli hilweşand
Nuçe Belav bike

Dadgeha Diyarbekirê bi tometa endamtiya PKKê neh sal û çar meh û 15 roj cezayê zindanîkirinê dabû Adnan Selçuk Mizrakli û Dadgeha Herêmî ya Diyarbekirê jî ev ceza berî du salan pesend kiribû.

Hat ragihandin Dadgeha Bilind a Tirkiyê biryara Dadgeha Diyarbekirê hilweşandiye. Parêzerên Mizraklî xwestin ku mûwekilê wan were azadkirin, lê dadgehê ev daxwaz red kir.

Hevserokê şaredarê Diyarbekirê Adnan Selçûk Mizrakli di 19ê Tebaxa sala 2019ê de ji kar hatibû dûrxistin û li şûna wî qeyûm hatibû danîn. Mizraklî piştî ji kar dûrxistinê, roja 22'ê Cotmeha 2019an hatibû zîndanîkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 400 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:27:51