Dadgeha Tirkiyê Endametiya Fîgen Yuksekdag bo partiyê wê betal kir

Dadgeha Bilind ya Tirkiyê endamtiya Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Fîgen Yuksekdag ya bo partiyê wê betalkir.
09.03.2017, Per - 17:27
Dadgeha Tirkiyê Endametiya Fîgen Yuksekdag bo partiyê wê betal kir
Nuçe Belav bike

Dadgeha Bilind ya Tirkiyê endamtiya Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) Fîgen Yuksekdag ya bo partiyê wê betalkir.

Li gor nûçeyekê ya ajansa AAyê ya bi ser hikumeta Tirkiyê ve Serdozgeriya Dadgeha Bilind a Enqerê , nivîsek derbarê daxistina endamtiya Yuksekdag bo nivîsîngeha HDP şand. Tê de ragehandibû endamtiya partiyê ya Yuksekdag nemaye.

Ji aliyê xwe ve Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) li ser rûpela xwe Tiwîterê daxuyaniyek belavkir tê de ragehand ku, dozgirên Dadgeha Bilind bi ser peywira xwe ve ketine û endamtiya Yuksekdagê ya partiya xwe betal kirne.

Bi vê yekê êdî Fîgen Yuksekdag weke hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) namîne.

Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag, di 5ê meha Mijdara 2016an de, bi egera endamtiya rêxistina terorê, li gel Hevserokê wê partiyê Selahetîn demîrtaş û 9 parlementerên din ên HDP hatibûn girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1425 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:26:58