Davutoglu di Doza Tahîr Elçî de dê wek şahid bê guhdarkirin

Îro 15ê Hezîrana 2022an di saet 10:00an de pêncemîn rûniştina Doza Tahir Elçî li 10emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê birêve çû.
15.06.2022, Çar - 14:58
Davutoglu di Doza Tahîr Elçî de dê wek şahid bê guhdarkirin
Nuçe Belav bike

Pêncemîn rûniştina doza parêzerê Kurd û serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî ku sala 2015an di êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin, li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat destpêkirin. Hat ragihandin, dadgehê biryar daye ku Serokwezîrê wê demê û Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu wek şahid bê guhdarkirin.

Îro 15ê Hezîrana 2022an di saet 10:00an de pêncemîn rûniştina Doza Tahir Elçî li 10emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê birêve çû.

Di Doza Tahir Elçî de polîsên bi navê S.T, M.S, F.T, \"bi zanebûnî bûne sedema mirinê\" ji 3 salan heta 9 salan tên darizandin, Ugur Yakişir ê ku biryara girtinê li ser heye 3 caran girtina heta hetayî bi îdiaya \"bûye sedema mirinê\" tê darizandin.

Birayên Tahîr Elçî, Mehmet Elçî û Omer Elçî, hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî, Parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu, Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Memleket Mewlut Dudu, serokên baroyên Bakurê Kurdistanê û nûnerên gelek sazî û rêxistinên biyanî beşdarî rûniştinê bûn.

\"Em dixwazin qetilkirina Tahîr Elçî were zelalkirin\"

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser dozê axivî û got, “Di rûniştina doza Tahîr Elçî de heta îro me vînek ji dadgehê nedîtibû. Lêpirsîneke bilez û bi bandor nehatibû kirin. Bi delîlên ku li Londonê hatin amadekirin îdianame hat amadekirin. Di dadgehê de vîna zelalkirina kuştinê nîne. Me li dadgehê ev rewş rave kir. Em dixwazin rastî derkeve holê û qetilkirina Tahîr Elçî bi hemû aliyan ve were zelalkirin.\"

Eren, diyar kir ku piştî axaftina Tahîr Elçî ya di bernameyeke televîzyonê de wan daxwaza lêpirsînê derbarê pêvajoyê de kirine ku heta îro daxwazên wan pêk nehatine.

\"Em biryara guhdarkirina Davutoglu erênî dibînin\"

Eren her wiha destnîşan kir, “Di dawiyê de dadgehê bi biryarên xwe yên demkî hin daxwazên me qebûl kir. Em biryara guhdarkirina Ahmet Davutoglu erênî dibînin.

Mixabin daxwazên me yên guhdarkirina kesên ku di roja bûyerê de li wir bûn hatin redkirin.

Îro ev salona dadgehê ji aliyê nêzî 200 parêzeran ve deng veda. Em careke din daxwaz û vîna xwe ji hemû rayedaran re tînin ziman. Heta ku hemû aliyên lêpirsîna Tahîr Elçî yê ku jiyana xwe ji bo aştiyê feda kiriye neyên zelalkirin em ê dest ji têkoşînê bernedin.”

Serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28ê Mijdara 2015an de dema ku ji bo şermezarkirina hilweşandina Minareya Çar Ling a dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida çapemeniyê, rastî êrişeke çekdarî hat û canê xwe ji dest da.

Doza Tahir Elçî 5 salan piştî kuştina wî hatibû vekirin û yekemîn rûniştina doza Tahir Elçî di 21ê Cotmeha 2020an de birêve çûbû.

Çaremîn rûniştina doza Tahir Elçî di 12ê Çileya 2022an de birêve çûbû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 760 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:00:18