Davutoglu li Amedê: Pirsa Kurdî êdî ne tenê pirseke herêmî ye

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê û Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu îro Yekşemê 9ê Tebaxa 2020an ji bo beşdarîkirina Yekemîn Kongreya Amedê ya partiya xwe serdana Amedê kir.
09.08.2020, Paz - 20:33
Davutoglu li Amedê: Pirsa Kurdî êdî ne tenê pirseke herêmî ye
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu derbarê pirsa Kurdî de ragihand ku “Em pirsa Kurdî êdî weke pirseke herêmî nabînin. Çi dibe bila bibe êdî kes nikare Tirkiyê perçe bike, ji ber ku niha bajarê ku zimanê Kurdî herî zêde lê tê axavtin ne Hewlêr an Amed e, ew bajar Stenbol e.”

Ahmet Davutoglu behsa projeyên partiya xwe yên ji bo çareserkirina pirsa Kurdî kir û got: “Heta pirsa demokratîkbûnê ya tevahiya Tirkiyê eleqeder dike neyê çareserkirin, divê ev pirsa tenê weke pirseke herêmî neyê dîtin. Lê em pirseke herêmê jî di çarçoceya pirsa Kurdî de dibînin û helwesta me di vê yekê de zelal e. Jixwe di mijara bikaranîna zimanê dayîkê de prensîbên me hene. Min dema mijara qedexekirina teza bi Kurdî li Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê bibû rojev jî behsê kiribû, ez dê niha jî behs bikim. Li Tirkiyê çawa bi zimanên weke Îngilîzî, Fransî, Almanî û zimanên din tez têne nivîsandin, divê tê astengî li ber zimanê vê axa yê Kurdî jî nebe. Me li hemberî vê helwesta xwe nîşan daye û em dê nîşan bidin.”

Davutoglu diyar kir ku ev heyameke dirêj e pirsa “demokrasiya xwecihî” heye û wiha pê de çû: “Eger partiyek şaredar hilbijêre, ez naxwazim navê wê bînim ziman, ji Qendîlê endamekî KCKê weke qeyûm tê danîn û ji dervey serokê şaredariyê rêveberiyeke din tê damezrandin. Vê carê jî ji bo rewş ji wê yekê were rizgarkirin, weke wesayet qeyûman didanin. Herdu alî jî baweriya xwe bi îradeya serbixwe ya gel naynin. Em weke Partiya Paşeroj tên vê yekê bişkênin.”

Derbarê Kurdên li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de jî Davutoglu îdia dike ku ew ketine di bin bandora PKKê yan jî welatên weke Amerîka, Fransa, Rûsya, Îran û Îmareta ew jî kêmasiya Tirkiyê ye û dibêje: “Min hêj di sala 2011an de gotibû ku Tirkiye piştevana tevahiya xwişk û birayên me yên li herêmê ne. Dema em li ser kar bûn, hemû kes dizane ligel Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Iraqê peywendiyên me di çi astê de bûn. Birayên me yên li Iraq û Sûriyê dijîn mirovên Kurdên li Tirkiyê dijîn in.”

Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê herwiha amaje bi wê yekê kir ku li Amedê ji sedî 40 a ciwana bê kar in û projeyên partiya wî ji bo çareserkirina vê pirsê hene.

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 699 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:54:51