Dayika hunermend Mîr Perwer koça dawî kir

Diya Hunermendê Kurd Mîr Perwer ê ku di êrîşa li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya Parîsê de jiyana xwe ji dest da Fîlîz Aydin koça dawî kir.
18.01.2023, Çar - 05:26
Dayika hunermend Mîr Perwer koça dawî kir
Nuçe Belav bike

Li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li paytexta Fransayê bajarê Parîsê di 23ê Kanûna 2022yan de êrişek çekdarî pêk hat û di êrişê de Endama Konseya Rêveber a KCKê Emîne Kara, endamê Tevgera Çandê hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û Abdurrahman Kizil canê xwe ji dest dabûn.

Dayîka hunermend Mîr Perwer a ji navçeya Gimgim a Mûşê Fîlîz Aydin îro li nexweşxaneya ku lê hatibû rakirin jiyana xwe ji dest da.

Hunermend Azad Bedran ku ev nûçe li ser medyaya civakî parve kir got “Mixabin Dayîka Mir Perwer iro Çuye ser dilovanîya xwe. Pir xemgîn bi hêrsim dilê dayîkê ewqas howîtîyê ranekir. Xwedê rehma xwe şake.dayikê delal …”

Hate zanîn Fîlîz Aydin a ku beriya niha di encama qezaya trafîkê de felc bûbû iştî kuştina kurê wê Mîr Perwer ew rakiribûn nexweşxaneyê.

Hat diyarkirin ku dê cenazeyê Fîlîz Aydin li gundê Ewranê li kêleka gora Mîr Perwer bi axê ve bê sipartin.

Mîr Perwer ku navê wî yê rastî Şîrîn Aydin e, 3 sal berê li Parîsê bi cih bûbû.

Perwer ku ji zarokatiya xwe ve bi muzîkê re mijûl bû e, ji sala 2019an û vir ve gelek stranên li ser platformên dîjîtal derketine.

Mîr Perwer zewicî bû û zarokek wî 6 salî hebû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 612 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:10:56