DBP daxwaza beşdariya çalakiyên 1’ê Gulanê kir

Partiya Heremên Demorkatîk (DBP), bi civîneke çapameniyê, bang û daxwaz kir ku welatî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê beşdarî çalakiyên pîrozbahiya 1’ê Gulanê Roja Karmend û Kedkarên Cîhanê bibin.
30.04.2017, Paz - 08:34
DBP daxwaza beşdariya çalakiyên 1’ê Gulanê kir
Nuçe Belav bike

Cîgira Serokê Giştî ya DBP’ê Gulcîhan Şîmşek, anî ziman ku kedkar ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa têkoşîna xwe didomînin û bi taybet li Tirkiye û Kurdistanê jî binpêkirina mafên kedkar û karmendan berdewam dike. Şîmşek bal kişand ku li Tirkiyê bêkarî pirsgirêkeke sereke ye û budçeyên ku ji bo îstihdam û geşepêdanê bên bikaranîn ji bo şer tên xerc kirin.

Gulcîhan Şîmşek, da zanîn ku ewê wek partî piştgirî bidin çalakiyên ku ji aliyê sendîqayên kedklaran ve bên lidarxistin û bangewazî kir ku li Tirkiyeyê û Bakûrê Kurdistanê welatî beşdarî çalakiyan bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1809 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:11:48