DEM Partiyê ji Leyla Zanayê xwest ku bibe berbijêra Amedê

DEM Partiyê dema serlêdanên berbijêriyê heta 25ê Kanûna Pêşînê direj kiribû û ji siyasetmedara Kurd a darîçav Leyla Zanayê xwest ku bibe berbijêra Amedê.
22.12.2023, Cum - 06:06
DEM Partiyê ji Leyla Zanayê xwest ku bibe berbijêra Amedê
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku dê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de ji bo Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê wek berbijêr nîşan dide.

Li gorî agahiyan, DEM Partiyê ji siyasetmedara Kurd a darîçav Leyla Zanayê xwestiye ku bibe berbijêra Amedê.

Herwiha hate ragihandin ku Leyla Zanayê heta niha ti bersiveke erênî yan neyînî nedayê.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Leyla Zana dê di demeke kurt de biryara xwe bide.

Hate diyarkirin ku rêveberên DEM Partiyê dê di rojên pêş de careke din bi Leyla Zanayê re bicivin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 522 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:07:57