DEM Partiyê Hevseroka Şaredariya Depê ji kar dûr xist

Meclisa Şaredariya Depê ya DEM Partiyê hevseroka şaredariyê ji ber pêbendnebûna prensîbên partiyê ji kar dûr xist.
28.06.2025, Cts - 10:28
DEM Partiyê Hevseroka Şaredariya Depê ji kar dûr xist
Nuçe Belav bike

Li navçeya Depê ya parêzgeha Xarpêtê hevseroka şaredariyê ya DEM Partiyê Songul Duzgun ji aliyê partiya xwe ve ji kar hat dûrxistin.

DEM Partiyê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Duzgun ji kar hatiye dûrxistin û Eda Durmuş wekî hevseroka nû hatiye hilbijartin û dest bi karê xwe kiriye.

Songul Duzgunê jî derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek belav kir.

Duzgunê diyar kir, piştî ku ew ji aliyê hevserok Cafer Ogur ve ji kar hat dûrxistin wê ji endamtiya meclisê û ji partiya xwe îstifa kiriye.

Songul Duzgunê da zanîn:

“Di vê wezîfeya bi rûmet de ku ez bi îradeya azad a gelê Depê hatim hilbijartin, ez bi têgihiştinekê xebitîm ku wekheviya zayendî, şaredariya gelparêz û birêvebiriya zelal esas digire.

Lê di cihê ku em gihîştinê de ez bi xemgînî diyar dikim ku ne ji aliyê wijdanî ne jî ji aliyê siyasî ve êdî ne pêkan e ku ez wezîfeya xwe bidomînim.

Şêweya birêvebiriya ku tê xwestin di Şaredariya Depê de were avakirin ji gel, ji nirxên gel, ji wekhevî û beşdariyê dûr dimeşe.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 163 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:14:46