Demirtaş bi nameyekê bersiv da Serokomar Erdogan

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş bersiv da Serokomar Erdogan jiber gotinên ‘ew kesekî terorîst e ku bû sebebê kuştina 53 hemwelatiyên min ên kurd kiriye.'
10.07.2017, Pts - 11:50
 Demirtaş bi nameyekê bersiv da Serokomar Erdogan
Demirtaş bi nameyekê bersiv da Serokomar Erdogan
Nuçe Belav bike

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş bi nameyeke vekirî bersiv da Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku ji bo Demirtaş gotibû ‘ew kesekî terorîst e ku bû sebebe kuştina 53 hemwelatiyên min ên kurd'.Demirtaş di nameya xwe ya vekirî de got: "Banga min ji bo Serokê Giştî yê AKPê. Pêşî di şexsê min de heqareta ku te li milyonan kiriye ez îadeyî te dikim. Lê ji aliyekî din ve jî ji bo vê mikurhatina te spasiya te dikim. Bi vê îdîaya xwe te îspat kir ku pêvajoya darazayê ku derheqê me de dimeşe eleqeya wê bi darazayê tuneye."

Selahattin Demirtaş di dirêjiya nameya xwe ya vekirî de ji bo Erdogan got: "Berî ku dadgeha min dest pê bike tu min bi terorîstî îlan dike û hikm li biryara dadgehê dike. Ji bo ku te hemû dadgehkirinên pêşerojê bê wate kirin ez spasiya te dikim. Zû dereng ez ê derkevim pêşberî dadgeran. Li wir kî terorîst kî qatil wê di çavê raya giştî de zelal bibe. Ji xwe li cem Xweda her tişt tê zanîn."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1691 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:37:07