Demîrtaş ji bo bavê xwe peyamek belav kir: Dilê me ji vê hucreyê mezintir e

Siyasetmedarê Kurd û Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş li ser şîna bavê xwe peyamek belav kir û ragihand, “Meraq neke bavo, dilê me ji vê hucreyê mezintir e.”
31.12.2023, Paz - 16:14
Demîrtaş ji bo bavê xwe peyamek belav kir: Dilê me ji vê hucreyê mezintir e
Nuçe Belav bike

Bavê Selahattîn Demirtaş Tahir Demîrtaş ê ku pêştir krîza dil derbas kiribû û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê ya Amedê dihat dermankirin îro koça dawî kir.

Tahir Demîrtaş bi beşdariya siyasetmedarên Kurd û qelebalixiyeke zêde li Goristana Deriyê Mêrdînê ya Amedê bi axê hat spartin.

Selahattîn Demîrtaş ji bo beşdarîkirina biaxspartina bavê xwe serî li Wezareta Dadê neda û wekî helwêstekê biryar da beşdar nebe.

Demirtaş bi rêya parêzerên xwe peyamak belav kir û spasiya wan kesan kir ku beşdarî şîna wan bûn û êşa wan parve kirin.

Demirtaş got: “Meraq neke bavo, dilê me ji vê hucreyê mezintir e. Heqê xwe helal bike.

Hezar carî destên te yên bi palûk ên kedkar maç dikim. Cihê te bihuşt be.

Ez spas û slavên xwe pêşkêşî wan hemû kesan dikim ku sersaxiya xwe pêşkêş kirin û êşa me parve kirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 488 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:30:50