Derbarê daxuyaniyeke baroyên Bakurê Kurdistanê de lêpirsîn hat destpêkirin

Ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê ve derbarê daxuyaniya baroyên Bakurê Kurdistanê de ku hember operasyona ser Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belavkiribûn, lêpirsîn hat destpêkirin.
10.01.2023, Sal - 14:58
Derbarê daxuyaniyeke baroyên Bakurê Kurdistanê de lêpirsîn hat destpêkirin
Nuçe Belav bike

Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku derbarê daxuyaniya 12 Baroyên Bakurê Kurdistanê de Ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê ve lêpirsîn hatiye vekirin.

Di daxuyaniya baroyên Bakurê Kurdistanê de ku di 21ê Mijdara 2022yan de hatibû, parvekirin, hatibû gotin ku Tirkiyê 20.11.2022ê de operasyonek asmanî li hember Kobanî, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daye destpêkirin û baroyên herêmê hember şer aştiyê diparêzin.

Nahît Eren da zanîn derbarê wan de li gorî Yasaya Sizayê ya 301. a Tirkiyeyê lêpirsîn hatiye vekirin. Eren amaje kir ku nabe parastina aştiyê bibe mijara lêpirsînê û hember gefên darazî ew ê li ser parastina aştiyê berdewam bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 406 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:54:37