Derbarê Hevserokê Şaredariya Dêrsimê lêpirsîn hat destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê derbarê Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak de bi hinceta “propagandeya rêxistina terorê” lêpirsîn daye destpêkirin.
13.05.2024, Pts - 16:31
Derbarê Hevserokê Şaredariya Dêrsimê lêpirsîn hat destpêkirin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya Pîrhayê, Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê bi hinceta "propagandeya rêxistina terorê" derbarê Hevserokê Dêrsimê Cevdet Konak yê DEM Partiyê de lêpirsîn daye destpêkirin.

Hatiye îdiakirin ku beriya Hilbijartinên 31ê Adarê Konak di çend daxuyaniyên xwe de “propagandeya rêxistina terorê” kiriye û ji ber vê yekê serdozgeriyê xwestiye Konak îfade bide.

Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konak di çarçoveya lêpirsînê de dê îfade bide.

 

Vî nûçeyê tevayî: 303 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:28:57