Derbarê mamosteyekî Kurd de lêpirsîna terorê

Derbarê mamosteyê Kurd Hudai Morsumbul de, ku xebatên zimanê Kurdî dike bi hinceta “Propagandeya PKKê” lêpirsîn derbarê wî de hat destpêkirin û daxwaza ji kar dûrxistina wî tê kirin.
11.04.2023, Sal - 07:39
Derbarê mamosteyekî Kurd de lêpirsîna terorê
Nuçe Belav bike

Mamosteyê Kurd Hudai Morsumbul ku pêştir li navçeya Akdenizê ser bi parêzgeha Mêrsînê li dibistaneke hikumî mamosteyê Tirkî bû, îsal bo Çewliga Bakurê Kurdistanê hat tayînkirin. Pêştir jî ji ber di dersê de bi xwendekarên xwe re bi Kurdî axivî ye û beşdarî kampanyayên dersên bijarde yên Kurdî bûye derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin û cezayê pereyan lê hatibû birîn.

Hudai Morsumbul li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê derbarê wî de bi hinceta “Propagandeya PKKê” û “Reşkirina Dewletê” lêpirsîn daye destpêkirin.

Di nivîsa Wezaretê de hatiye ragihandin, “Hudai Morsumbul li ser Twitterê propagandaya PKKê dike û dewletê reş dike, herwiha derfetên dewletê bo piştgiriya rêxistinên terorê bikar tîne.”

Li gor lêpirsînê hatiye destpêkirin ku Morsumbul wek “tawanbar” hatiye qebûlkirin û daxwaza ji kar dûrxistina wî tê kirin. Wezaretê 6ê Nîsanê bi belgeyekê Morsumbul ji lêpirsînê agahdar kiriye û bo parastina nivîskî pêşkêşî Wezaretê bike 7 roj mohlet dane wî.

Morsumbul li ser hesabê xwe yê Twitterê belgeya lêpirsînê parve kir û bi Zazakî nivîsiye: “Ez kurd a. Terorist nîya. Ziwanê mi kurdî yo. Ziwanê terorî nîyo. Tarixa kurdan tarîxa terorîstan nîyo. Ala Kurdan Ala terorîstan nîyo.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 421 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:48:26