Di doza malbata Îzol de girtiyê dawî jî hat berdan

Di doza malbata Îzol de ku ji heman malbatê 4 kes ji aliyê bira û kesûkarên parlamenterê berê yê AK Partiyê Zulfikar Îzol ve hatibûn kuştin hemû girtî hatin berdan.
01.06.2022, Çar - 13:22
Di doza malbata Îzol de girtiyê dawî jî hat berdan
Nuçe Belav bike

11emîn rûniştina doza malbata Îzol îro 1ê Hezîranê li 2emîn Dadgeha Cezayên Giran a Aksarayê birêve çû. Di dozê de 5 kes jê firar bi tevahî 11 kes bi tawanê “kuştina zilam a bi plan” û “hewldana kuştina zilam a bi plan” tên darizandin.

Dadgehê derbarê dozê de ji ber rapora pizîşkiya dadî nehatiye dadgehê biryara dawî neda, lê Serhat Ferman Îzolê êrîşkar û Mehmet Metin Îzol ê kesûkarên wî canê xwe ji dest dabûn azad kirin. Bi vî awayî di dozê de kesekî girtî nema. Doz bo 5ê Cotmeha 2022ê hat paşxistin.

Bûyer

Li gundê Çeltûk ser bi navçeya Siwêregê ya Rihayê 15ê Hezîrana 2019ê bira û kesûkarên Parlamenterê berê yê AKPê Zulfikar Îzol ji ber pirsgirêkên erd êrîşî pismamên xwe kirin û di êrîşê de Hakki Îzol û hevjîna wî Zozan Îzol, Meral Îzol û kurê wê Musa Serhat Îzol hatin kuştin. Herwiha aliyê êrîşkar dema ji cihê bûyerê direviyan li ser rê bi otomobîlê li kesên bi navê Ridvan Buluş û Serdar Delen dan û herduyan canê xwe jidest dan.

Di dozê de yek ji malbata mexdûr û 6 ji aliyên êrîşkar bi tevahî 7 kes hatibûn girtin. Herwiha yek jê Rojavayî 5 kesên ku beşdarî êrîşê bûbûn reviyan û heta îro nehatine desteserkirin. Di nav kesên firar de Servet Îzolê ku tê gotin 4 kes kuştine jî heye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 654 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:58:22