Di lehiya Bakurê Kurdistanê de hejmara miriyan gihişt 18 kesan

Hejmara welatiyên di lehiya parêzgehên Riha û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê de canê xwe ji dest dane gihişte 18 kesan.
17.03.2023, Cum - 14:13
Di lehiya Bakurê Kurdistanê de hejmara miriyan gihişt 18 kesan
Nuçe Belav bike

Li Rihayê di encama kar û xebatên tîmên lêgerînê de di jêrzemîna Navenda Piazzayê ya Rihayê termek ji bin avê hat derxistin. Bi vî awayî hejmara welatiyên ku di lehiya 15ê Adarê de canê xwe ji dest dane gihişte 18 kesan. Hat ragihandin termê hat dîtin karkerê paqijiyê yê Piazzayê Omer Zaman e.

Di lehiya roja 15ê Adarê ya parêzgehên Riha û Semsûrê de li Rihayê 16 kesan û li Semsûrê jî 2 kesan canê xwe ji dest dane û çend kes jî wenda ne.

Li gor pêşbiniyên Keşnasiya Giştî ya Tirkiyê baranbarîn li Bakurê Kurdistanê dê heta 20 Adarê berdewam be û hişyarî hatiye dayîn ku welatî tedbîrên xwe werbigrin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 487 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:52:56