Di ser darvekirina Şêx Seîd re 97 sal derbas bûn

Şêx Seîd sala 1865an li navçeya Palû ya Xarpêtê ji dayik bû û li Bakurê Kurdistanê şêxekî giring û navdar ê terîqeta Neqşîbendî bû. Şêx Seîd li bajarê Xinisê yê ser bi Erzeroma Bakurê Kurdistanê xwendina xwe ya olî qedandibû.
29.06.2022, Çar - 08:19
Di ser darvekirina Şêx Seîd re 97 sal derbas bûn
Nuçe Belav bike

Îro 29ê Hezîrana 2022ê di ser darvekirina Şêx Seîdê Pîran re 97 sal derbas bûn. Şêx Seîdê Pîran 13ê Sibata 1925an li navçeya Pîranê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li dijî hikûmeta Kemalîstan serhildan da destpêkirin, lê belê serhildana wî biser neket û Şêx Seîd û hevalên wî 29ê Hezîrana 1925an ji aliyê hikûmeta wê demê ya Tirkiyê ve hatin darvekirin.

Şêx Seîd sala 1865an li navçeya Palû ya Xarpêtê ji dayik bû û li Bakurê Kurdistanê şêxekî giring û navdar ê terîqeta Neqşîbendî bû. Şêx Seîd li bajarê Xinisê yê ser bi Erzeroma Bakurê Kurdistanê xwendina xwe ya olî qedandibû.

Serokê Komeleya Serxwebûna Kurdistanê bû û ligel hejmarek parlamenterên Kurd û mezin û serkirdeyên Kurd ên wê demê biryar da, li dijî hikûmeta Komara Tirkiyê û tevgera nijadperest a Kemalîstan serhildanê bike. Armanca şoreşa wan serxwebûna Kurdistanê bû û roja 13ê Sibata 1925an şoreşê dest pê kir.

Serhildana Şêx Seîd di dîroka Kurdên Bakurê Kurdistanê de berfirehtirîn serhildan e ku li 14 bajar û navçeyan belav bûbû. Di heman demê de yekem serhildan bû ku piraniya pêşengên wê bi hev re hatin darvekirin.

Piştî ku serhildana Şêx Seîdê Pîran şikest û ew û gelek hevalên xwe hatin girtin, di 10ê Gulana 1925an de ew derxistin pêşberî Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilat (Şark İstiklal Mahkemesi) a Amedê.

Nêzîkî pêncî rojan darizandina wan dewam kir, di 28ê Hezîranê 1925an de, derbarê Şêx Seîd û 46 hevalên wî de dadgehê biryara darvekirinê da. Li du kesan cezayê girtîgehê hat birîn.

Piştî biryara dadgehê, 28 kes ji hevalên Şêx Seîd û beşdarên serhildana 1925an di roja 28ê Hezîranê de û yên din û Şêx Seîd bi xwe jî di 29ê Hezîrana 1925an de li Taxa Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Ji wê rojê heta niha hê jî nayê zanîn ka dewleta Tirkiyê cenazeyê Şêx Seîd û hevalên wî li ku derê veşartine û gora wan hê jî ne diyar e. Di serî de malbata Şêx Seîd, bi awayekê giştî Kurd û rêxistin û saziyên Kurdan ji dewleta Tirkiyê dixwazin ku cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî bê eşkerekirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 518 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:14:03