Sala 1930î, di Komkujiya Geliyê Zîlanê de ku di belgenameyên Komara Tirkiyeyê de wekî “Bûyera Geliyê Zîlan” hatiye tomarkirin, bi destê leşkerên artêşa Tirkiyeyê 44 gund hatin şewitandin û wêrankirin.
Li gorî amarên fermî yên Tirkiyeyê, 15 hezar mirov hatin kuştin û bi sedan mal û gund hatin şewitandin û rûxandin.
Pertax, Newala Kuştiya, Hesenevdal, Adaxeybê, Milk, Newala Fedê, Newala Bebo û Çaqirbeg navendên komkujiyê bûn.
15 hezar Kurd hatin kuştin
Li gorî amarên fermî yên Tirkiyeyê, 15 hezar mirov hatin kuştin û bi sedan mal û gund hatin şewitandin û rûxandin.
Lê şahidhalên wan rojan dibêjin, zarok û jin, kal û pîr bi giştî 45 hezar kes bûne qurbanî.
Bi Qanûna Îskanê a 5ê Gulana sala 1932yan, çûn û hatina wan gundan heta 20 salan hat qedexekirin û bû destpêka mişextîkirina Zîlaniyan.
Piraniya kesên hatin mişextîkirin di zindanan de canê xwe ji dest da. Hinek jî bi destê dewleta Tirkiyeyê hatin kuştin.
Ligel qedexeyê Geliyê Zîlanê êdî bû tewla dewletê.
Qirxizên hawirde li gundên Geliyê Zîlanê hatin bicîhkirin
Di sala 1980yî de jî bi biryara Kenan Evren (7emîn Serokkomarê Tirkiyeyê), Qrxizên hawirde li gundên Geliyê Zîlanê hatin bicîhkirin.
Tevî tapoyan jî nikarin vegerin ser axa xwe
Welatiyên Geliyê Zîlanê ligel ku tapoyên wan ên serdema Osmaniyan jî hene nikarin zeviyên xwe wergirin û vegerin ser axa xwe ku dewletê dest daniye ser.
Komkujiya Geliyê Zîlanê, piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê duyemîn komkujiya mezin a li hemberî Kurdan bû ku ya yekem sala 1921ê li Qoçgirî hatibû kirin.