Dîlok: Di konteynera çopê de termê jinekê hat dîtin
Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di konteynera gilêşê de termê jinekê hat dîtin.
04.06.2024, Sal - 10:14
Piştî xeber hat dayîn ku di konteynera gilêşê de termê jinekê heye gelek tîmên polîsan çûn cihê bûyerê.
Polîsan di konteynera çopê de term dît û tê texmînkirin ku temenê wê jinê derdora 25 salan bûye.
Hat destnîşankirin ku derba kerê li ser laşê wê heye û xebatên tesbîtkirina nasnameya wê dest pê kiriye.
Polîsan kamerayên ewlehiyê kontrol kirin û wan li maleke ku 30 metreyî nêzîkî wê konteynera gilêşê ye dest bi lêkolînan kir.
Vî nûçeyê tevayî: 918 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:11:17