Dizeyî: Em dixwazin pirsgirêk li gel Bexdayê bi diyalogê werin çareserkirin

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî nûçeyên li ser civîna roja çarşemê ya Encûmena Petrol û Gaz a Herêma Kurdistanê red dike û radigihîne ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke her dem amade ye û dixwaze pirsgirêkên li gel hikûmeta federalî ya Iraqê bi rêya diyalogê çareser bibin.
01.03.2019, Cum - 06:33
Dizeyî: Em dixwazin pirsgirêk li gel Bexdayê bi diyalogê werin çareserkirin
Nuçe Belav bike

Li çend malperên Kurdistanê hatiye belavkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê red kiriye ku rojane 250 hezar bermîl petrol radestî kompaniya Somo bike, ku di yasaya budceya Iraqê de hatiye destnîşankirin.

Di daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin ku li ser civîna roja çarşemê 27-02-2019an a Encûmena Petrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê, hinek dezgehên ragihandinê çend nûçe û raportên rojnamevanî belavkirine ku ti bingeheke wan a rastiyê tine ye!

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Civîna duh a Encûmena Petrol û Gazê civîneke asayî bû û tiştên ku li ser wê hatine belavkirin, ti rastî di wan de tine ye.”

Herwiha tê diyarkirin: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke her dem tekez dike ku amade ye û dixwaze pirsgirêk û arîşeyên li gel hikûmeta federalî ya Iraqê bi rêya diyalogê çareser bike.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 971 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:45:39