Düzgün Kaplan, Konferansa sed saliya Peymana Lozanê û Pêşeroja Kurdistanê de axifî

Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Düzgün Kaplan di 'Konferansa sed saliya Peymana Lozanê û Pêşeroja Kurdistanê' de axifî.
08.07.2023, Cts - 17:19
Düzgün Kaplan, Konferansa sed saliya Peymana Lozanê û Pêşeroja Kurdistanê de axifî
Nuçe Belav bike

"Beşdarên ezîz birêz, ez we hemûyan li ser navê xwe û HAK-PARê bi rêzdarî silav dikim.

Di sala 1639’an de, bi peymana Kasr-î Şîrîn, Dewleta Osmaniyan û Safeviyan Kurdistanê kiribûn du parçe (beşan).

Di encama Şerê Yekem yê Cîhanî ku di 1914’an de destpê kiribû de jî; dewletên ku biserketibûn xaka (axa) ku di bin hikumraniya Osmaniyandebû li hev parvekirin û Kurdistan careke din hat parçekirin.

Dewletên ku di şerde biserketibûn, li ser xaka ku di bin Hikumraniya Osmaniyande bû; dewletên nû yên ku gel-miletên li ser wan erdnigariyan dijîn bikarin xwe bi xwe birêve bibin damezrandin.

Lê ji bo gelê herî qedîm yê Rojhilata Navîn Kurdan ew derfet û maf nehat dayîn

Dewletên Împeryalîst mafên Kursan yê rewa ku ew jî bibin xwediyê dewleta xwe, asteng kirin û Kurdistanê di nav wan dewletên ku damezrandibûn Iraq, Suriye û Tirkiyê’de parvekirin.

Peyamna Lozanê di 24’ê Tîrmeha sala 1923’an de; di navbera Îngiltere, Fransa, Îtalya, Japonya, Yûnanîstan, Romanya, Dewleta Sırp-Hırvat-Slovenan, Rusya û Tirkiyê de hatiye kirin.

Piştî çendî civîn û hevdîtinên nehênî û aşkere dewletên wek Îngiltere, Fransa, Almanya û Rûsya li Lozanê civiyan û berjewendî û daxwazên xwe li ser muxatabên din ferz kiribûn.

Tişta ku buye sedema qestkirina hebûna Gel û Miletê Kurd, komkujiyên ku li Kurdan hatine kirin û îro tengasî û pirsgirêkên ku Kurd li Rojhilata Navîn dijîn û bêîstîqrariya ku Rojhilata Navîn kiriye qada şer-alozî û xwînrêjiyê di serî de vê peymana bextê reş e.

Ne Kemalistan sozên ku beriya peymanê dabûn bicîh anîn, ne jî Îngiliz-Fransiziyan sozê ku ji bo başûrê Kurdistana ku ji Osmaniyan cuda kiribûn bicîhanîn û mafê Kurdan yê xwe bi xwe birêvebirinê nas nekirin.

Dewletên Împeryalîst, bi Kemalistan re û qadroyên nijadperest yên li Suriyê û Iraqê re nehiştin ku mafên herî bingehîn û rewa yê Gelê Kurd bê nasîn û ya piştgirî dan komkujî û jenosîda Kurdan yan jî li hemeber wan kirinên hovanê temaşe kirin.

Îro ku 100 sal bi ser wê pêvajoya dramatîk û dilsoj de derbas dibe; divê em tenê şermezar nekin. Hemwext divê Kurd wê pêvajoyê rast bixwînin, encaman jê derbixin û li ser baş bifikirin û planan bikin da ku heman xeletî dubare nebin.

Axir di parçekirin û parvekirina Kurdistanê de; bi qasî rayedarên Dewletên Împeryalîst ku li gor berjewendiyên xwe Kurdistanê parçekirine û parvekirine, dive em jibîr nekin ku xeletiyên siyasetmedarên Kurd jî di parçebûn û rewşa îro ya Kurdistanê de heye ku di çandî jenoside û komkujiyan de derbas buye.

Çi bextireşî û ciyê dilnigariyê ye ku îro jî; çewa ku wek berê ew siyasetên ku bi navê Kurdan piştgiriya Îttahat Tarrekî kiribû; niha jî piştigirya toximê (tovê) berdewamiya Îttahat Terakî Kemalizmê dikin û bi dilxwazî ji bo bi serketina wan polîtîqayên mêtînger û dijî Kurdan yên dewletên heremê tevdigerin.

Ew serdema dawiya salên 1980’an ku li ser kavilên dewleta Osmaniyan neteweperiya ku di nav Kurd û Tirkan de teşe girtiye, ji bo rastxwendinê pêvajo û serdema îro jî girîng e.

Tirk ji bo ku dewleta xwe ya Osmanî rizgar bikin, gelên (miletên) wek Kurdan ku di bin hikumraniya wan de bûn; ji wan neqetin û dewletbûna wan asteng bikin, pêşî li diyarkirina çarenûsa wan bigirin hewlan didin û xebatan dikin. Kurd jî bi awayekî ecêp refdarî û piştgiriya desthilatdariyên serdestên xwe Tirkan re xwe bilî dikin.

Beşekî pêşengên Kurdan ji bo berdewamî û mayîna sultanê Osmanî Abdulhemît û desthilatdariya wî pişgiriyê dikin, beşekî jî refdariya Îttahat Terakî dikin ku li hember Abdulhemît ew werin desthilatdariyê.

Kurd di serdemên ku ew derfetên sînordar û kêm yên ku ji bo dewleta xwe saz bikin peyda dikirin de jî; di ciyê ku dewleta xwe damezrînin ji bo sazkirina dewleta Osamnî li piya bihêlin û desthilatdariya wê kar û xebat kirine

Li gel ku hemû miletên Balkanan û Ereban ji bo ku ji bin hikumraniya dewleta Osmanî ku berbi têkçûnê ve dîçû derbikevin û dewletên xwe saz bikin, di nav hewldan û bizavandebûn. Lê em dikarin bi hezaran mînakan bidin ku zêdetrên Kurdan jî ji bo rizgarkirina dewleta Osmanî hewlan dane.

Beşekî ji siyasetmedar û rewşembîrên Kurd ji bo parastina Hîlafetê/Sultaniya dewleta Osmanî, beşa din jî ji bo nijadperestên Tirk bi Îttahat Terakî re enerjiya xwe xerc kirine.

Di sala 1913’an de, piştî serdegirtina Bab-i Alî ku Cemiyeta Îttahat Terakî (CIT) bii awayekî aşkere li ser xeta Nijadperestiya Tirk teşe dan polîtîqayên xwe de jî Kurdan dest ji piştgiriya wan bernedaye.

Piştî ku 100 sal bi ser peyamana Lozanê de derbas dibe de jî ; îro hêj jî siyasetmedarên Kurd bi Neo Osmanîyan re û versiyona nû ya CIT’ê Kemalîstan re bi pêwendiyên tewş ser û ber didin siyaseta Kurdan. Loma jî divê em li ser van pêwendiyên tewş û bextreş bi hûrbînî mikûr bibin.

Axir heta ku ev pêwendiya dijberiya Kurd, neyê zanîn û destnîşan kirin û jii vê xetê hemû pêwendî neyên qut kirin; berhevhatina hereketa Kurd û li gor xwe û jib o xwe siyasetkirina Kurdan mumkun xuya nake.

Piştî şerê 1 emîn yên cihanê, bandora şoreşa Franasayê li ser erdnîgariya Osmanî belav bû û dewletên Balkanan yek bi yek dewletên xwe yên serbixwe sazkirin û ragihandin. Ji aliyê dinde Ereban jî bi piştgirî û alîkariyên Îngiltere û Fransayê dewletên xwe sazkirin û bi çendî dewletan derketin ser dika dîrokê.

Lê Kurd bi têgeh û xapînokên “Biratiya Misilmanî”, “Welatê Hevpar”, “Neteweya Hevpar”, “Biratiya Tirk û Kurd”, ketin milê nijadperestên Tirk û di encamê de jî: bi komkujiyan re, bi pişaftin û têkdanê re rûbirû man û qesta nemana hebûna wan hat kirin.

Dijberiya Kurd û Kurdistan di gotara ‘yek milet, yek dewlet’da hatiye veşartin ku bingeha wê ji aliyê CIT’ê ve piştî peymana Sevrê di Cemiyeta Mudafayi Hiqûqê de hetiye pejirandin.

Piştî biryara şer rawestandina Mondrosê, dewleta Osmanî, bi peymana navdewletî ya Sevrê xwe, radest kiriye û mafê damezrandina dewleta Kurdan a Kurdistanê jî tê de hatiye pejirandin. Mafê otonomiyê ji Kurdan û Kurdistanê; di wê peymanê de hatiye nasîn û heger ku Kurd bixwazin salekî bişûnde jî mafê wan yê ragihandina Kurdistan a serxwebûnê jî hatiye pejirandin. Di wê peyamnê de ji bo Ermenên ku bi destê CIT’ê di 1915’an de hatin komelmujkirin jî li bajêrên bakûrê Kurdistanê dewletekî dihat pêşbînî kirin.

Ecêb e ku siyasetmedarên Kurd yên wê serdemê li dijî vê peymanê derdikevin.

Tirk di ciyê ku bi anatoliya navîn ku ji bo wan hatibû hêlan razî bibin de, bi damezrandina Cemiyeta Mudafayî Hiqûqê, fikra ‘welatê hevpar’ ku Kurd û Tirk bihev re, li hemû deveran bijîn, belav kirin. Kadroyên Tirkperest, kesên Kurdperwer yên li nav cemiyetê bi awayekî plankirî, ji cemiyêtê dûrdixistin û ji aliyekî ve jî ji bo piştgiriya Kursan li gel xwe bihêlin jî, hem tirsa damezrandina dewleta Ermeniyan bikar dianîn, hem jî wedên ku piştî rizgarbûnê dê mafê xwe bixwe birêvebirinê jî di nav de naskirina hamû mafên Kurdan didan.

Piştî rûniştina dawî ya meclîsa dewleta Osmanî ya li Stembolê û piştî kongeyên Erzorom û Siwazê li Meclîsa Gel ya ku li Anqerê hat damezrandin de; bi pêşniyara kadroyên Tirkperest sînorên neteweyî yên dewleta Tirk bi awayê ku Kurdistanê jî bihevîne hat pêşniyarkirin û diyar kirin.

Yanî siyasetmedarên Tirk ji bo berfirehkirina hikumraniya xwe û qe nebe, Kurdistanê jidest nedin hewlan dida û xebatan dikir. Lê siyasetmedarên Kurd jî zêdetirên wan, di ciyê ku jib o sazkirina dewleta xwe û ragihandina serxwebûna Kurdistanê kar û xebat bikin, berovajiyê Ereban, xwe bi fikra ‘em birayê misilmanin’ ve girtin û ji bo serkeftin û rizgariya Tirkan xwe seferber kirin.

Beriya peymana Lozanê başûrê Kurdistanê ku di nav sînorên Iraqê de dimîne di bin dagirkeriya Îngilîzan de bû û başûrêrojhilatê Kurdistanê ku di nav sînorên Suriyê de ye jî di bin dagirkeriya Îngilîzande bû.

Tirkan di her firsendê de li qadên navneteweyî propaganda dikirin ku Kurd dixwazin veqetin. Tirkan ji bo sînorên xwe heta Mûsil û Kerkukê berfireh bikin û sînorên xwe yên neteweyî bi daxilkirina wan deveran re diyar bikin û dewleta xwe wisa ragihînin wan propagandayan dikirin.

Siyasetmedarên bi tecrube yên Tirk, li hemebr Îngîlîzan piştgiriya xwe ji bo daxwazên serxwebûnê ya Kurdistanê radigihandin.

Lê belê Siyaseta Îngîlîzan başûrê Kurdistanê û başûrê rojavayê kurdistanê jib o Tirkan nehişt. Soz dida Kurdan ku dê li wan parçeyên Kurdistanê Kurd xwe bixwe birêve bibin û Kurdan bilî dikir.

Şex Mahmûd Berzencî di 23’ê Gulana 1919’an de serhidanekî da destpêkirin û Suleymaniyê ji destên Îngilîzan rizgar kir û li başûrê Kurdistanê serxwebûna xwe ragihand. Lê ji bo tepisandina wê serhildanê Înglîzan dest bi bizavan kir û gelek eşîr begên Kurdan jî piştgiriya Îngîlîzan kirin.

Loma jî Îngîlîzan Şex Mahmûd’ê ku di şerde birîndarbûbû, li Suleymaniyê desteserkirin û serxwebûna Kurdistanê ji holê rakirin.

Ew têkçûna nêzîkî 100 sal bi ser de derbas buye, divê em hem bi parçebûyîna Kurdistanê re girêdayî, hem jî bi wan hêzên navxweyî yên ku li gel dagirkeran cîh girtine ku hêj ji bireweriya neteweyî bêparin û bi çanda feodalî ve giredayîne re girêdayî bixwînin û bi nirxînin..

Li hember düşminên hevpar nebûyîna yekrêzî, hetta li gel hêzên mêtînger û dagirkeran cîhgirtina Kurdan, tenê hiştina bizavên neteweyî û hetta li gel siyasetên ku qesta têkbirina hebûna gel û welatê xwe dikin de cîh girtin, meseleyeke tekdanane ya serekî ye ku gelek caran di dîroka Kurdan de dubare buye û buye sedem ku Kurd nikaribin bigihên maf û azadiyên xwe yên rewa û bingehîn.

Di vê serdema ku em berbi Lozana nû ve diçin de dixwazim bi çend mînaqên ji Kurdên bakûr axaftina xwe berdewam bikin.

Ji bo ku Kurd li ser navên xwe beşdarî Lozan a ku li ser dewletên ku li ser erdnîgariya Osamaniyan bên damezrandin û sînorên wan dihat axaftin nebin. Ji aliyê Tirkan ve bi awayekî piporane û bi plansaziyên cuda astengî hatine derxistin.

Di rastiya xwe de, beriya hevdîtinên peymanê û di destpêka peymanê de jî hevgirtineke baş û yekrêziya siyaseta Kurdan jî nîn e.

Ji aliyekî ve Alîşêr, Nûrî Dersîmî û yên wek wan ku Kurdên serxwebûnxwaz bûn, piştî peymana Sevrê dixwestin derfetê peyda buyî bikar bînin û weka li koçgirî dest bi hereketên siyasî kiribûn.

Ji aliyê dinde zêdetirên pêşengên Kurdan pêşniyarên Kemalîstan qebûl dikirin û beşdarî Meclîsa Kemalîstan dibûn û hetta radigihandin: şanda ku Mistefa Kemall şiyandiye civînê ku serokê wê jî Îsmet Înunu ye hem nûnertiya Tirkan, hem jî nûnertiya Kurdan dike.

Parlamenterê Dersîmî Hasan Hayrî Beg, bi axaftina xwe ya ku bi awayekî piştrast dibêje: ‘Kurd ji Tirkan venaqetin’ xwe di çavên Mistefa Kemal de xweş dike û Mistefa Kemal jî destxweşî lê dike. Dîsa li ser daxwaza Mistefa Kemal bi cilên Kurdî beşdarî civîna Parlamentoyê dibe. Hasan Hayrî Beg di axaftina xwe ya civîna Lozanê de ku çarenûsa Kurdan jî têde hatiye diyarkirin wiha dibêje: ‘Ez û hevalên din ên mebûsên Kurd, dotira rojê bi cilên neteweyî yên Kurdî em hetin meclîsê û me ji Konfeansa Lozanê re bi telgrafekî ragihand ku Kurd ji Tirkan venaqetin.”

Hasan Hayrî Beg piştre bi hênceta ku piştgiriya serhildana Şêx Seîd kiriye tê darvekirin.

Di zabitên 4’ê Mijdara 1922’an ê TBMMê de, Mebûsê (Parlamnterê) Bîtlîsê Yûsûf Ziya Beg jî xwedî hrlwesteke heman e. Ev gotin yên Yûsûf Ziya Begê ku paşiyê bi Xalit Begê Cibrî re hatiye darvekirin in; “Awrûpayî dibêjin ku ‘Li Tirkiyê kêmneteweyên herî mezin û zêde Kurd in. Ez jî Kurd kurê Kurda im.”

Bi wê wesileyê û bi navnava Mesbûsekî Kurd, piştrastiyê didim we ku Kurd tu tiştekî naxwazin. Tenê ji bo birayên xwe yên mezin Tirkan saxî û silametiyê dixwazin. Me Kurdan wan hemû mafên ku we Awrûpiyan bi paçika Sevrê dabûn me, ew hiqûqa ku we bo me diyar kiribû, me di bin piyên (lingên-panîyên) xwe de ecikand û bi hemû wateyên xwe ve me îadeyî wan aliyên ku wan mafan dane me kir. Çewa ku me li Bereya Elcezîrê bihevre şer kir (Çepik) û bi Tirkan re me xwîna xwe rêt (Çepik). Em ji wan neqetiyan û me nexwest veqetin û em venaqetin. Bi van wesileyan gotinên xwe bi dawî tînim û ji Şanda Rêvebir tika dikim ku dema kêmkomele bibin mijar, çi daxwazeke Kurdan tune ye û van gotinên min wek tercumeya kanaata Kurdan hûn dikarin qebûl bikin û wek bersîv bibêjin. Dîsa tikaya min heye ku ew hidûdên ku me li Suriyê terk kiriye bên rizgar kirin. Dîsa dermanê vê erdnîgarî û welatî û parçeyên herî grîng yê welatê me Kerkuk, Suleymanî û Musilê jî jibîr nekin. (jixwe ew der yên mene) ”

Ka em li mulaqata ku xezûrê Seyîd Riza Diyap Axa li ser pêvajoya Lozanê bi rojnameya Yênî gunê re kiriye jî bibinin.

“Carekî jî ez di Konferansa Lozanê de derketibûn ser kursî. Aha pêkhateyên welatê me Kurdbûne, dibêjin dê li wê derê Hukumeteke Kurd ava bikin, dema kum in viya bihîst ez hêrs bûm û derketim ser kursî. Dîsa ew bê deng bûn; min got: “Laîllaheilelah Muhammedunresullah. Çi Şafiî, çi Hambelî, çi jî Hanefî kibleya me heman e. Meclîsa me, kuluba me û miletê me yek e. Em Kurd nîn in em Tirk in. Me hemûyan gotiye ‘Laîlaheîlelah’ Emê hêj ji niha pêve bibin yek dîn û miletên cuda. Dîsa li ser piyan çapikan lêxistin, Îsmet Paşa heta ber Kurdî hat û nêzîkî ruyê min bû wî jî çepikan lêxist, ew jî coşiyabû.”

Diyap Axa ku di rojên herî zor û zehmet de piştgiriya Tirkan û bi taybet jî piştgiriya Kemalîstan kiribû jî, wek gelek mînaqên din paşiyê tê surgunkirin.

Belê em dikarin gelek mînaqên din ji pêşengên Kurdan bidin ku di serdema Lozanê de, bi heman awayî bune sedema rewşa îro ya Kurdan.

Kemalîst û Tirkan, sozên ku dabûn Kurdan jî, sînorên xwe yên neteweyî ku li gor ciyên Kurd lê dijiyan diyarkirinê (mîsaki milî) jî demildest jibîr kirin.

Îngilîzan başûrê Kurdistanê ya îro, Fransizan jî başûrêrojhilatê Kurdistana îro terk kirin. Ew ciyên ku li bakûrê Kurdistanê di bin hukumraniya wan de bûn û beriya Lozanê, sozên ku ewê piştgiriyê bidin da ku Kurd xwe bi xwe birêvebibin jî înkar kirin û statuya mêtîngerî jî ji bo Kurdan nasnekirin.

Bi Îmzekirina peymana Lozanê di 24’ê Tîrmeha 1924’an de Tirkan tapuya dewleta xwe wergirt.

Kurd di hukmê ku tunebûn de man. Komkujî, qeliam, wek muxatabê politîqayên giran yên pişaftinê 100 sal derbas kirin.

Siyaseta Kurdan ku nekarî wan derfetên peydabûyî bikarbînin, piştre her care nerazîbûn û serhildanekî kirin bi tund û tûj û bi xwînrêjî hatin tepisandin.

Encam:

(1)Parçekirina Kurdistanê di 24’ê Tîrmeha 1923’an de;bi pêşengiya Îngîlîz û Fransiziyan; li gor berjewendiyên dewletên ku şerê yekem yê Cîhanê qazanc kiribûn ve û bi piştgiriya wan dewletan pêkhatiye û di navbera Tirkiye, Iraq û Sûriyê de hatiye dabeşkirin. Ew jî buye sedem ku mafê Kurda yê xwebixwe birêvebirinê ji hole rakirinê û 100 sal bi plîtîqayên berdewam yên komelkujî û pişaftinên giran re rûqal mayînê.

(2)Rewşa Kurdistanê ya Eşîrî-feodalî û parçekirî buye asteng ku hişyarî û zanîna bîreweriya neteweyî di nav Kurdande sazûman bibe û siyaseta Tirkperest-ummetî ya Osmanî jî pêşîlêgrtiye ku qadroyên Kurd; ji bo armancên xwe yên neteweyî û şenber kar û xebatan bikin.

(3) Kemalîstan bi plansaziyeke baş, pêşî li sazûmanbûyîna hizra neteweyî ya Kurd girtine û berê Kurdan dane Cemiyeta Mûdafayî Hîqûqê û Meclîsa Gel a Tirk. Bi wî awayî jî kadroyên Kurd entegreyî parastina berjewendiyên Tirkperestiyê kirine.

(4)Li gel ku li Lozanê çarenûsa Kurdan jî hatiye diyarkirin, lê beşdariya nûnerên Kurdan yên ku nûnertiya daxwazên neteweyî yên Kurd dikirin hatiye asteng kirin.

(5) Çîna siyaseta Kurd ya wê seremê, ji Lozanê re telgraf şiyandine û daxwaza kirine ku şanda Tirk ku serokatiya wê Îsmet Înunu dikir û ji aliyê Mistefa Kemal ve hatibû şiyandin, nûnertiya Kurdan jî bike.

(6) Helbet û bê guman berpirsên serekî yên parçekirina Kurdistanê û 100 sale bi berdewamî ji mafên xwe yên bingehîn û rewa bêpar hiştina gelê Kurd û bi jenosid û pişaftinên giran yên berdewam re rûqalmayîna gelê Kurd ; dewletên ku şerê yekem ê cîhanê qazanc kirîbûn in. Serkêşên wan dewletan jî Îngiltere û Fransa bûne. Dîsa berpirsên xwînrêjiyên ku di vê serdemê de hatine kirin jî, dewletên li heremê ne ku Kurdistanê di nav xwe de parvekirine û qesta hebûna gelê Kurd kirine.

(7) Lê belê divê em xeletî, şaşî û hetta xiyaneta Çîna Siyaseta Kurd ya wê serdemê jî ji nav sazûmankarên vê rewşa ku Kurd bê statû hatine hiştin kêm nehêlin.

Wek gotinên dawî :

Li gel ku 100 sal di ser peyamana Lozanê de derbas buye û li gel ku gelê Kurd ew qas û êş û azarên mezin kişandine jî em dibînin ku hêj jî siyaseteke Kurd ya wek wê siyaseta buye sedem îro jî tê meşandin û ev jî ciyê dilzîzî û dilgiraniyê ye.

Îro hêj jî hin yên li ser nave Kurdan siyaset dikin, ji bo bibin parlamenterên parlamentoya berdewamiya Kemalistên ku berdewamiya îttahatperesta ne û versiyona nû ya senteza Tirk-Îslamê û Osmanî ku berdewamiya Îttahat Terrakî ye di hewldanan de ne.

Di ciyê ku polîtîqayên rizgariya gel û welatên xwe hilberînin de û bipêşxistina siyasetmedarên xwe de; wek mînaq, Kemalîstên çepgir ên Tirkiyê dikin nûner û parmenter û dişînin parlamentoya Tirkiyê.

Çewa ku siyasetmedarên serdema Lozanê; bi telgrafan didan zanîn ku Kemalîst nûnerên Kurda ne jî, îro jî bi heman awayî siyasetên tên meşandin, wek famekoriyekî û dilnigariyekî ye li pêşiya doza azadî û rizgarbûna Kurdan.

Em dibînin ku siyasetmedarên îro jî; ji mînaqa Diyap Axa tu dersekî dernexistine û ji bo serkeftina partiya Kemalîst ku Seyîd Riza darvekiriye, çeleng daniye ber pêykerê wî û li Dêrsîmê qetlîamên hovane kiriye kar û xebatan dikin.

Dîsa em dibînin ku hin kadroyên ‘Kurdistanî’ li ser navê ‘normalbûnê’ yan jî ‘demokratîkbûne’ li kolanên Diyarbekirê bi belavokan ji bo Kemalîstên ku Şêx Seîd û 47 hevalên wî darvekirine û ciyên gor wan jî nabêjin, bibin desthilatdar wek navmnîşan ji bo gelê xwe yê Kurd nîşan didin. Ji bo ew Kemalîstên ku ji dijber-Kurdiya xwe yek misqalekî nehatine xwarê, belavkrina belavokan û ji bo desthilatdariya wan kar û xebat meşandin; Raste rast xizmetkirina proje û polîtîqayên entegrasyonîst e ku dewleta Tirk ji bo hereketa Kurd, entegreyî Tirkperestiyê bike birêxistiye. Dîsa destnîşana weka 100 sal berê berjewendî û hesavên şexsî li pêşiya doz û bîreweriya neteweyî girtinê ye.

Lê belê li gel van hamû pêşketinên neyênî gelê Kurd ceribandinên bêhempa bidestxistine. Di sala 1946’an de li Rojhilatê Kurdistanê kurta demkî be jî; bidestxistina pratîka dewletbûnê û di salên 1990’an de azadbûyîna başûrê Kurdistanê parlamentoya Herema Federal a Kurdistanê wek taca zêrîn a têkoşîna daxwaza gelê Kurd e.

Gelê Kurd li başûrê Kurdistanê di referandoma ku di 25’ê Îlona 2017’an de hat kirind e bi ji %97 dengan daxwaza xwe ya serxwebûnê jib o hemû cîhanê diyar kir.

Dîsa bakûrê Kurdistanê jî di nav de li hemû parçê Kurdistanê qadroyên siyasî, rewşembîr, saziyên ku ji bo armancên neteweyî yên Kurd hewlan didin hene.

Êdî em dibînin ku bi awayekî cidî rewşembîr û qadroyên polîtîk yên Kurd; ji bo ku Kurd xwe ji nîrê Kemalîstan û Osmanîperestan rizgar bikin helwestan datînin û gengeşiyan dikin.

Diyar e ku hêj rêyeke gelek dûr û dirêj li pêşiya me heye. Lê belê bi sebir û bi bîreweriya armancên hevpar yên neteweyî ; dê Kurd bikarin dest bidin hevdû û bi îstiqrar û bi awayekî hevgirtî, li gor rihê xwe yê astengî nenas, mafên xwe yên rewa yên neteweyî sazûman bikin û armancên xwe bidest ve bînin.

Piştî ku em wan pêwistiyan bicîh bînin êdî tiştên din ku dimînin jî bi konjoktora heremê û navneteweyî ve girêdayî dimîne.

Bi wesileya vê konferansê ez careke din, rayedarên wan dewletên emperyalîst û hevkarên wan yên li heremê ku bi Lozanê Kurdistanê parçe kirine û mafên rewa yên yek ji mezintirîn û qedîmtirîn gelên li Rojhilata Navîn Gelê Kurd ji hole rakirine û bûne sedem ku Kurd bi darê zorê bên pişaftin û li wan komkujîyên giran û mezin bên kirin bi tundî şermezar dikim.

Ez wan kesên ku ji bo azadî û mafên rewa gelê Kurd têkoşîn dane û cane xwe jidest dane bi rêzdarî, minnetdarî û rehmet bibîr tînim."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 525 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:59:29