Em wî kesê ku destdirêjî li keça 13 salî ya Şirnexî kirîye rûreş dikin

Baroya Şirnexê di vê derbarê de daxuyanîyek belav kir û got me hewl daye ku îfadeyên wê keça 10 salî û yên li gel dîmenên kamereya li wê herêmê bikevin nav dosyaya vê êrîşê.
16.07.2020, Per - 19:59
Em wî kesê ku destdirêjî li   keça 13 salî ya Şirnexî kirîye rûreş dikin
Nuçe Belav bike

Li Şirnexê şeva 14.07.2020an efserekî ordîya Tirkîyeyê destdirêjî li keçeke 13 salî kir.

Baroya Şirnexê di vê derbarê de daxuyanîyek belav kir û got me hewl daye ku îfadeyên wê keça 13 salî û yên li gel dîmenên kamereya li wê herêmê bikevin nav dosyaya vê êrîşê.

Helbete ku ev ne cara yekem e ku keç û jinên Kurdan tûşî êrîş, tecawuz û tûnd û tûjîyên wan wazîfedarên Dewleta Tirkîyeyê dibin.Bi sedan êrîş û tecawuzên bi vî rengî her bê ceza mane. Yê ku ev êrîşa kirîye jî bêminetî û hêza xwe ji bêcezahiştina bûyerên berê yên bi vî rengî distîne.

Destdirêjîya li keçeke 13 salî, di eslê xwe de destdirêjî li hemû mirovahîyê ye.Ev destdirêjî berdewamîya destdirêjî , tecawuz, qetlîam, êrîş û wêranîyên ku bi dehan sale gelê Kurd rû bi rûbûne ye.

Em vê êrîşa nemirovane rûreş dikin û bang dikin ku demildest ev nemirovê ku ev kara kirîye bê ceza kirin.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 733 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:07:06