Endamên Platforma Ciwanên Serbixwe îro têne dadgehkirin

Endamên Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) îro li Mêrsînê derdikevin pêş dadgehê.
11.07.2024, Per - 11:20
Endamên Platforma Ciwanên Serbixwe îro têne dadgehkirin
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, roja 9ê Tîrmehê demjimêrên sibehê polîsan bi ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) û çend malên endamê wê tevgerê de girt.

Polîsan 4 kes desteser kirin.

Serokê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferid Azad jî hatibû desteserkirin.

Polîsan di çarçoveye biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de bi ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe û endamên wê tevgerê de girtibûn.

Hêzên ewlehiyê ew 4 kes piştî ku hatibûn desteserkirin veguhestin Mêrsînê.

Karên îfade wergirtina 4 kesan li Rêveberiya Ewlehiyê Mêrsînê bi dawî bû û dê îro li Dadgeha Mêrsînê bên darizandin.

Li ser dosyeya wan biryara nehênîbûnê heye

Ji ber li ser dosyeya wan biryara nehênîbûnê heye heta niha nehatiye eşkerekirin ku endamên Platforma Ciwanên Serbixwe ji ber çi hatine desteserkirin.

Platforma Ciwanên Serbixwe ji aliyê komeke ciwanên Kurd ve hatiye damezrandin û çalakiyên Kurdî dike.

Sala 2023an li Amedê 10 endamên Platforma Ciwanên Serbixwe sonda Kurdî xwaribûn da ku li Bakurê Kurdistanê di jiyana rojane û saziyên hikumî de ji bilî Kurdî bi ti zimanî neaxivin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 247 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:32:17