Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê derbarê erdhejê de daxuyaniyek da.
Erdogan ragihand ku hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihîştine 21 hezar û 43 kesan û 80 hezar û 97 kes birîndar bûne.
Serokkomarê Tirkiyê diyar kir ku li Amedê 255 kesan cane xwe ji dest dane û 901 kes jî birîndar bûne. Hirwiha li Amedê 7 jê bi temamî rûxiyayî nêzikî 320 avahî nayên bikaranîn.
Erdogan destnîşan kir ku ji bo stargeha mexdurên erdhejê zanîngeh demsala biharê dibin betlane û wiha got “Me dest bi avakirina navendên stargehê kir. Em ê hemû beşên navxwe yên zanîngehan ji bo vî karî bi kar bînin. Em ê heta havînê ji zanîngehan bikin betlane. Dê perwerdehî bi rêya online bê dayin.”
Li aliyê din hat ragihadin ku li Bazarcixa ku navenda erhejê bû xebatên lêgerîn û rizgarkiriê temam bûne.
Li gorî daxuyaniya AFADê, piştî erdhejên ku navenda wan li Mereşê bûn, heta niha 1891 erdhejên biçûk pêk hatine.
Erdheja ku navenda wê Mereş a Bakurê Kurdistanê bû bandor li bajarên wek Dîlok, Riha, Amed, Edene, Semsûr, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Xarpêt jî kir.
Di roja çaremîn a erdhejê de li parêzgehên Riha û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî hatin. Lê li 8 parêzgehên din kar û xebat berdewam e û her diçe hêviya rizgarkirina qurbaniyan kêm dibe.
9ê Sibata 2023an tezkereya Serokkomariyê ya derbarê ragihandina Rewşa Awarte de bo 3 mehan li 10 parêzgehên ku erdhej li wan çêbûye li Parlamentoya Tirkiyê hat qebûlkirin.
Li herêma erhejê zêdetirî 31 hezar 832 karmendên lêgerîn û rizgarkirinê yên AFAD, PAK, JAK, JOAK, DÎSAK, Ewlehiya Peravê, DAK, Hawarçûn, MEB, rêxistinên sivîl û ekîbên navneteweyî dixebitin. Hejmara karmendên lêgerîn û xilaskirinê yên ji welatên din 6 hezar û 479 in.