Erdheja Mereşê: Hejmarek muteahît hatin girtin

Piştî erdheja Mereşê, hejmarek muteahîtên (belênder) hatin girtin
13.02.2023, Pts - 11:10
Erdheja Mereşê: Hejmarek muteahît hatin girtin
Nuçe Belav bike

Piştî erdheja Mereşê, hejmarek muteahîtên (belênder) ku avahiyên çêkiribûn di erdhejê de herifîne hatin girtin. Li 10 bajarên ku di erdhejê de bi hezaran avahî hilweşiyan derbarê muteahîtên avahiyan de lêpirsîn hatin destpêkirin.

Mutehît Hasan Alpargun ê xwediyê Avahiya Alpargunê ya li Edenê, ku piştî erdhejê reviyabû bakurê Qibrisê, li Lefkoşeyê hat desteserkirin û bo Tirkiyê hat şandin. Alpargun ji Qibrisê bi keştiyê bo Edenê hat veguhestin û bo Rêveberiya Ewlekariya Edenê hat birin.

Alpargun li ser pirsa rojnamevanan a “di avahiyên ku we çêkirine de bi sedan kesan canê xwe ji dest dan” wek bersiv got, “Qeder e.” Li gor medya Tirkiyê, Alpargun dixwest ji Trikiyê 990 hezar dolar, 890 hezar euro û 500 hezar lîre veguhezîne û li Lefkoşeyê avahiyekê bikire.

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê jî 11ê Sibatê mutehîtê Apartmana Bahar ku gelek kesan tê de canê xwe ji dest dan Îbrahim Mustafa Uncuoglu hat girtin. Îbrahim Mustafa Uncuoglu di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Dîlokê de li Stenbolê bi hinceta “di çêkirina avahiyê de xemsarî” kiriye hat desteserkirin û bo Dîlokê hat birin.

Îbrahim Mustafa Uncuoglu piştî karên yasayî bo Dadgeha Dîlokê hat şandin û bi biryara dadgehê hat girtin û bo girtîgehê hat şandin.

Li Dîlokê mutehît û berpirsê teknîkî yê Avahiyên Ayşe Mehmet Polat, Mehmet Ertan Akay jî bi hinceta “di mirina mirovan de qûsûra wî heye” û “yasaya avadankirinê bicih nekiriye” hat desteserkirin. Mehmet Ertan Akay li Stenbolê hat desteserkirin û dê bo Dîlokê bê şandin.

Di erdheja Mereşê de ku 6ê Sibata 2023an çêbû, li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bû sedema canjidestdan û birîndarbûna bi deh hezaran kesan. Di erdhejê de bi hezaran avahî jî hilweşiyan û zerar dîtine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 360 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:47:01