Erzerom: Jineke ku ji qata 4an ket canê xwe ji dest da

Li navçeya Yakutiyeyê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, şeva borî jinek ji qata 4an a avahiyekê ket û canê xwe ji dest da.
01.01.2024, Pts - 12:44
Erzerom: Jineke ku ji qata 4an ket canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li taxa Kurtuluşê ya Yakutiyeyê Buşra Ozdemîra 26 salî ji ber sedemeke nediyar ji pencereya mala dayika xwe ya li qata 4an ket û bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Buşra Ozdemir veguhast Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê.

Tevî midaxeleya li nexweşxaneyê Ozdemîrê canê xwe ji dest da.

Dîmenên dema ketina Buşra Ozdemîrê ji aliyê kameraya avahiyeke li kolanê hatin tomarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 478 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:30:05