Erzerom: Mamosteyekî hevjîna xwe û keça xwe kuştin
Li Erziromê mamosteyekî bi navê Zulkuf B. hevjîna xwe û keça xwe kuştin
14.03.2024, Per - 06:47
Li Taxa Yunus Emreyê ya Erziromê di navbera Zulkuf B. (46) û hevjîna wî Kadriye B.yê (44) de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Di encama nîqaşê de Zulkuf B. hevjîna xwe Kadriye B. û keça xwe Asude Pelen B. (20) bi kêrê kuştin.
Li ser agahdarkirina cîranan tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Zulkuf B.yê ku bi otomobîla xwe ji cihê bûyerê reviya, li ser rêya navçeya Çatê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 391 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:21:10