Erzingan: Termên 2 karkerên din hatin dîtin

Li navçeya Îliçê ya parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê termên 2 karkerên din hatin dîtîn.
04.05.2024, Cts - 12:00
Erzingan: Termên 2 karkerên din hatin dîtin
Nuçe Belav bike

13ê Sibatê li Îliçê kaneke zêran hilweşiyabû û 9 karker di bin axa bisiyanur de mabûn.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku termê 2 karkerên din jî hatine dîtîn.

Bayraktar da zanîn ku xebatên lêgerînê yên ji bo dîtîna 5 karkerên din jî berdewam dikin.

5ê Nîsanê û 19ê Nîsanê jî termên du karkeran ji bin kana hilweşiyayî hatibûn derxistin.

Niha 5 karker di bin kanê de mane û ji bo dîtina wan xebat tên kirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 585 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:25:13