Gundekî Midyadê ket lîsteya Rêxistina Geştûguzariyê ya Neteweyên Yekbûyî

''Rêxistina Geştûguzariyê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNWTO) gundê Hexê yê Siryanan yê navçeya Midyadê yê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê xist nav lîsteya "bernameya geşepêdanê".
23.12.2022, Cum - 10:38
Gundekî Midyadê ket lîsteya Rêxistina Geştûguzariyê ya Neteweyên Yekbûyî
Nuçe Belav bike

Rêxistina Geştûguzariyê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNWTO) lîsteya "Gundên Herî Baş ên Cîhanê ya 2022an" eşkere kir.

Rêxistina Geştûguzariyê li gorî 9 pîvanên cuda yên aborî, civakî, domdariya jîngehê, çavkaniyên çandî û xwezayî û parastin û pêşxistinaê lîsteya "Gundên herî baş ên cîhanê 2022" eşkere kir.

Di lîsteya "Gundên herî baş ên cîhanê 2022" ku ji 12 welatên cîhanê bi giştî 32 gund cih digirin de ji Tirkiyê gundê Bîrgî yê navçeya Odemîş ya Îzmîrê cih girt.

Hat diyarkirin ku ev lîste ji aliyê heyeteke serbixwe ya şêwirmendiyê ku ji 20 endaman pêk tê hatiye diyarkirin û dê di merasima ku dê di navbera 27-28ê Sibata 2023an de li El-Ula ya Erebîstana Siûdî bê lidarxistin, xelat ji gundên di lîsteyê re bên dayîn.

Li aliyê din gundên di bernameya geşepêdanê de ku Rêxistina Geştûguzariyê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî bi giştî 20 gund hilbijartibûn jî hatin eşkerekirin.

Ji Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 2 gund ketine lîsteya "bernameya geşepêdanê" ya Rêxistina Geştûguzariyê ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî.

Ji Bakurê Kurdistanê gundê Hexê yê Siryanan ê girêdayî navçeya Midyada Mêrdînê û ji Tirkiyê jî gundên Cumalikizik ê navçeya Yildirim a Bursayê ketine lîsteya "bernameya geşepêdanê".

Gundê Hexê

Gundê Hexê ku yek ji gundên herî kevnar ê Krîstiyanan e, berê girêdayî navçeya Kerboran a Mêrdînê bû lê di 28 Sibata 1995an de bi navçeya Midyadê ve hat girêdan.

Hexê 87 km ji navenda bajarê Mêrdînê û 22 km ji navçeya Midyadê dûr e.

Herêma Tur Abîdîn ku yek ji navendên herî kevnar a herêmê ye, li wê derê katedrala Mor Sobo û Dêra Meryem du berhemên dîrokî hene.

Gund bi avahiyên xwe yên ji sedsalên 4. û 5. a zayînî û mîmariya xwe ya bêhempa balê dikişîne.

Navê gund di nav Siryananan de Hax e û tê wateya "cihê bêhnvedanê".

Li gor daneyên fermî 112 kes li gund dijîn. Ji 18 malbatên li gund dijîn 1 misilman ên din Siryan in.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 600 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:31:59