HAK-PAR: 13’ê Sibata 1925’an em Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên ku gotin ew ê tu carî serî li ber kolonyalîzmê netewînin bi rêzdarî bi bîr tînin

13’ê Sibata 1925’an em Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên ku gotin ew ê tu carî serî li ber kolonyalîzmê netewînin bi rêzdarî bi bîr tînin.
13.02.2025, Per - 07:03
HAK-PAR: 13’ê Sibata 1925’an em Şêx Seîd û 47 hevalên wî yên ku gotin ew ê tu carî serî li ber kolonyalîzmê netewînin bi rêzdarî bi bîr tînin
Nuçe Belav bike

Di pêvajoya damezrandina Komara Tirkiyeyê de, dema ku rejima kemalîst sozên ku dabûn kurdan înkar kir, hebûna kurdan paşguh kir û polîtîkayên çewisandinê yên dijwar meşandin. Loma Şêx Seîd û hevalên wî di 13ê Sibata 1925an de li Pîrana Diyarbekirê serî hildan.

13ê Sibatê ew roj e ku Kurdan biryardariya xwe ya têkoşîna ji bo mafên xwe yên rewa ragihandine û ew tu carî serî li ber siyaseta înkar û asîmîlasyonê û kolonyalîzmê natewînin.

Şêx Seîd û 47 hevalên wî di 29'ê Hezîrana 1925'an de ji aliyê Dadgeha Îstîqlalê ya Rojhilatê ve hatin darizandin û li Meydana Daxkapiya Amedê hatin îdamkirin.

Zordarên ku Şêx Seîd û hevalê wî îdam kirin gorên wan jî veşartin. Lê kurdan tu carî nehîşt ku ew agirê azadiyê ku wan vêxistibû vemire. Kurdan têkoşîna xwe ya azadiyê her tim berdewam kiriye û îro jî berdewam dike.

Em weke Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR, Şêx Seîd û hevalên wî yên ku hatine darvekirin û kesên ku di têkoşîna azadî û mafên rewa yên gelê me de jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bi bîr tînin.

Şehîdên ku di 29ê Hezîrana 1925an de hatin darvekirin;

1. Şêx Seîd (Palûyî, şêxê terîqeta Neqişibendî)

2. Şêx Abdullah ê Melekanli (Ji Solxanê, Fermandarê Eniya Varto û Mûşê)

3. Kamil Beg (kurê Xalid Begê ji Tokliyan, serokê eşîrê, li eniya Vartoyê wezîfedar bû)

4. Baba Beg (birayê Kamil Beg)

5. Şêx Şerîf (Fermandarê Eniya Elezîzê, Palû/Gökdereli)

6. Feqih Hesen Fehmî (Fermandarê Polîsê Darahinî û Midûrê Xizmetên paşê, ji Modanê, ji eşîra Zıktê)

7. Hacî Sadiq (Ciwan/Valêrî, li taxa Ciwan, erkdar)

8. Şêx Îbrahîm (Çanli, Miftiyê Çepexçurê)

9. Şêx Elî (li eniya Xarpêtê erkdar)

10. Şêx Celal (li eniya Xarpêtê erkdar)

11. Şêx Hesen

12. Mehemet Beg (Li eniya Diyarbekir û Licê, kurê Îzzet Begê ji Garîpê)

13. Mistefa Beg (Ji esilzadên Henîyê)

14. Salih Beg (Ji Mîrên Henî)

 

15. Şêx Abdullah (Çanli, li eniya Çepexçurê wezîfedar)

16. Şêx Emer

17. Şêx Adem (Henîlî)

18. Kadrî Beg (Madenli, Fermandarê Polîsê Madenê)

19. Mella Mehmûd (Ji Pîranê, li eniya Madenê erkdar e)

20. Şêx Şemsedîn (Fermandarê Eniya Farqînê)

21. Şêx Îsmaîl (ji gundê Termilê yê Amedê)

22. Şêx Ebdulletîf (ji gundê Termil ê Amedê)

23. Mella Emîn (Şagirtê Melekanli Şêx Abdullah, ji Balikan, li eniya Vartoyê erkdar e)

24. Alî Ereb Abdî Beg (li eniya Çapakçurê wezîfedar e)

25. Mehmet Beg (Kurê Kargapazarlî Halîl Beg, li eniya Vartoyê wezîfedar e)

26. Süleyman Beg (Sekreterê Şêx Şerîf, kurê cendirme Hesen Begê Sinikî)

27. Mella Cemîl (Genc/Musyanlı, li eniya Palû û Elezîzê, wezifedar)

28. Süleyman Beg (Kurê Omer Beg, serokê Eşîra Az li Bîngolê)

29. Süleyman Beg (Kurê Şerîf Beg, li eniya Kiği, wezîfedar)

30. Tahir Beg (Sekreterê Feqîh Hesen Fehmî)

31. Mahmut Beg (kurê Hanîlî Mistefa Beg)

32. Şêx Elî (Kurê Şêxmûs, li eniya Vartoyê wezîfedar e)

33. Hacî Halid (ji Balikan, li eniya Vartoyê wezîfedar e)

34. Tîmûr Axa (li eniya Vartoyê wezîfedar e)

35. Abdullatîf Beg (kurê Hınıslı Kamil Beg)

36. Mehmet Beg (li eniya Muşl û Vartoyê wezîfedar e)

37. Silêman Beg (li eniya Vartoyê erkdar e)

38. Bahrî Beg (li eniya Vartoyê erkdar e)

39. Şêx Cemîl (Zorabadlî)

40. Yusuf Beg (Kurê Suleyman Begê ji Çapakçûrê, li eniya Çapakçurê li ser erka xwe ye)

41. Alî Badan Beg (Ji Eşîra Çewlikê/Yamaç, li eniya Çapakçurê wezîfedar e)

42. Xalid Beg (ji Qergebazarê, li eniya Vartoyê wezîfedar e)

43. Xalid Beg (Kurê Nadir Begê, li eniya Xarpêtê wezîfedar bû)

44. Tahir Beg (kurê Mehmet Beg)

45. Tayyîp Alî Beg (Rêveberê Navçeyê)

46. Çerkez (Kurê Ûsiv, xizmetkarê Şêx Seîd)

47. Cendirme Hemîd

Bila ruhê wan şad be!

 

Buroya Çapemeniyê ya HAK-PARê

Vî nûçeyê tevayî: 577 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:44:05