HAK-PAR; Bila xemsarî derkeve holê

Ji ber xemsariyan şewat derket û belav bû.
24.06.2024, Pts - 11:10
HAK-PAR; Bila xemsarî derkeve holê
Nuçe Belav bike

23.06.2024’an de Heyeta HAK-PARê ya ji Suheyla Can, Berîn Eren, Servet Çeçel û Hanifi Eren pêk tê, beşdarî merasîma sersaxiyê ya ji bo kesên di şewata li taxên Çinarê kû girêdayîya Amedê kû di şewatêde jiyana xwe ji dest dabûn.Di demê de li cihê bûyerê lêkolîn kirin û ji kesên ku ji ber şewatê zirar dîtine agahî girtin.

Şewata ku şeva 20’ê Hezîranê saet 22.00’an de li Taxa Tobinî (Koksalan) a navçeya Çinarê ya Amedê kû hêj sedema wê ne zelale dest pê kir û bi bandora bayê li taxên navçeya Mazîdagi ya girêdayî Mêrdînê bela bu. 

Ji ber xemsariyan şewat derket û belav bû.

- Xetên elektrîkê li herêmê 40-45 sal berê hatine bicî kirin û ji ber bêxwedî û rageşiya zêde her tim alozî derketiye û gelek caran ev rewş ji rayedaran re hatiye ragihandin, lê kesî guh nedaye wan.

- 20ê Hezîranê saet di 9.30-10.00 de çirûsk li stûnên elektrîkê derketin û piştre elektrîk qut bû û şewat derket.

-Çendîn car ji DEDAŞ'ê re hate ragihandine jî, lê elektrîk nehate berdan,  Ji ber vê sedemê, ji sazkirina alavên traktorê bigire heya dabînkirina avê, gelek pirsgirêk derdiketin.
Di wextê de elektirîkê berdana meyê fiskîyê avdanê vekira, dikaribû pêşî li belavbûna şewatê bihata girtin û evka mirov nedimirîyan. 

-Dema ku şewat hat vemirandin, DEDAŞ'ê  hewl da têlên elektrîkê li derdora goristana ku tê texmînkirin şewat lê derketiye temîr bike û delîlan veşêre lê li ser hişyariya baroya Amedê li cihên din mudaxele nehat kirin. 
Ji ali şahidave hat îfade kirin.

Her wiha di sala 2023’an de li heman herêmê şewat derketibû, di encama dadgehê de DEDAŞ tawanbar hat dîtin û xisara gundiyan hat dayin. 

Ev şewata ku cardin li heman herêmê û ji ber heman sedemê derketiye, ziyaneke mezin daye herêmê û xelkê.

Hejmara kesên ji ber şewata li Amedê jiyana xwe ji dest dan derket 15 an û hêj 73 kes li nexweşxaneyê tên dermankirin. 

Encam ne diyare lê 8 hezar dekar arazî li Amedê û 7 hezar dekar arazî li Mêrdînê xisar dît û herî kêm 5 hezar dekar zeviyên çandinî şewitîn, nêzî 1000 mî/mêşin şewitîn û derdora 500 mî/mêşin jî birîndar bûn, hin ê birîndar hatin dermankirin û hin ji wan jî ji bo serjêkirinê şandin Saziya Goşt û Şîrê (ESK).

Divê Kurd Ji van erdhej û şewatên ku di van 2 salên dawî de jiyane, encamên girîng derxe. Pêdivî ye ku kurd ji bo rewşên weha bersivek acîl, binesaziya rizgarî û alîkariyê ava bike. Lê dema ku çavkaniyên berdest bi zanebûn û bi rêbaza destwerdana rast werin bikar anîn, pêşî li windabûna can û mal tê girtin. Lê mixabin 4 kesên ku ji gundê cîran ji bo rizgarkirina 2 kesên (mamê, xwarziyê) ku em çûne taziya wan hatine, lê mixabin ew bi xwe ji bi jiyana xwe ji dest dan. 

Divê herêma ku ji ber şewatê zirar dîtiye wek qada felaketê bê îlankirin û xemsarî û zirarên ku çêbûne ji hêla ekîbên pispor ên serbixwe va bên tesbîtkirin û di zûtirîn demê da zirarên ku çêbûne bên telafîkirin.  

HAK-PAR dê bi hemû derfetên xwe ji bo tespîtkirina îhmalan û eşkerekirina berpirsyaran bixebite û heta dawiyê bişopîne.

Buroya Çapemeniyê ya HAK-PAR

Vî nûçeyê tevayî: 306 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:07:32