HAK-PAR: Tundiya li hemberi jinê nayê qebûl kirin

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê daxûyaniyek belavkir.
25.11.2023, Cts - 20:04
HAK-PAR: Tundiya li hemberi jinê nayê qebûl kirin
Nuçe Belav bike

HAK-PAR' bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Cîhanê daxûyaniyek weşand. Daxûyanî wihaye:

"Dîroka mirovahiyê dîroka têkoşîna li dijî newekheviyan e. Di dîrokê de jinan jî bi şêwazên cuda di têkoşîna li dijî newekheviyên aborî û civakî de cih girtine û têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina mafên wekhev ên bi mêran re berdewam kirine.

Sê Xwişkên ku li Komara Domînîkê bi navê Xwişkên Mîrabel derbasî dîrokê bûn, li dijî dîktatoriyê têkoşîn dan, li her derê welêt alîgirên wan zêde bûn û ji tirsa vê yekê rejîmê di 25'ê Mijdara 1960'î de ev xwişk qetilkirin.

Di dîrokê de gelek jinên Kurd ên weke Leyla Kasım û Jîna Emînî di têkoşîna wekheviyê de jiyana xwe ji dest dane.

Di encama têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û mafan de, Neteweyên Yekbûyî di sala 1978’an de “"Peymana Rakirina Hemû Cûdahiya Li Dijî Jinan" û di 20’ê Kanûna 1993’an de jî “Deklarasyona Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê” qebûl kir.

Di 25’ê Mijdara 1999’an de ji bo bîranîn û rêzgirtina têkoşîna xwişkên Mîrabel ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve ev roj weke “Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî” hat qebûlkirin.

Jin ji ber zayenda xwe rastî tundiya fîzîkî û manewî tên. Mixabin tundiya li ser jinan bi gelemperî ji aliyê xizmên wan ve tê kirin.

Di 9 mehên ewil ên sala 2023’an de li seranserê Tirkiyeyê 234 jin hatine kuştin. Ji bilî vê hejmara tomarkirî, tê zanîn ku kuştinên jinan yên nehatine tomarkirin jî hene. Şîdeta li ser jinan ne tenê ji kuştinê pêk tê, di heman demê de bi êrîşên fîzîkî, destavêtin û astengkirina azadiyê û wekî zexta exlaqî, heqaret û nedayîna mafên wekhev pêk tê.

Weke Komîsyona Jinan a Partiya Maf û Azadiyan em dizanin ku tundiya li ser jinên Kurd tundtir û dijwartir e. Ji ber nasnameya kurdî, derfetên kar û îmkanên perwerdehiyê wek hev nayên bidestxistin. Nepejirandina zimanê zikmakî, zimanê kurdî, wek zimanê perwerdehiyê û zimanê fermî bi serê xwe şîdet e. Tundîye.

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) ku bi giştî li dijî her cure şîdetê ye, tundiya li ser jinê tûcar qebûlnake û red dike. Partiya me, Wekheviya jin û mêr diparêze û şîdeta li ser jinê di Rêznameya Partiya me da wek sûcê dîsîplînê cih digre.

Vekişîna hikûmetê ya ji peymana Stenbolê tundiya li ser jinê zêde kir. Em vê helwesta hikûmetê ya ku rêya cudakariyê û tundîyê li ser jinan vedike şermezar dikin.

Bijî wekheviya mêr û jinê, bimire hemû cudagirtin û tundiyên li ser jinê.

Bijî wekheviya jin û mêr bimre hemû cudagirtin û tundiyên li ser jinê.

Li dijî tundiyên li ser jinê, em hemû jin destên xwe bidin hev."

25.11.2023

Partiya Maf û Azadiyan

Komîsyona Jinan

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 642 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:30:06