HAK-PARê serdana Pine Caffe kir

Şandeya HAK-PARê serdana Pine Caffe kir
30.05.2024, Per - 15:35
HAK-PARê serdana Pine Caffe kir
Nuçe Belav bike

 

Xwediyê Pine Caffe'yê kû li “Sanat Sokak” a Amedê xizmet dide, Ramazan Şimşek ragihandibû, bi boneya “15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî” ye, ji niha û pê ve wê bi Kurdî xizmetê bide muşteriyên xwe. Lê 29.05.2024'an serê sibê hat binçavkirin.

Îro (30.05.2024) heyeta ku di nav de endamê meclisa nû ya HAK PAR ê Menaf Kıran, Serokê Parêzgeha Diyarbekirê Vasıf Kahraman, rêveberê parêzgehê Selahattin Yalçin, Suheyla Can û Berin Eren û gelek welatparêzên Kurd pêk dihat serdana Pine Cafeyê kirin û bi birayê xwediyê Pine Cafe Wedat Şîmşek re hevdîtin pêkanin.

Wedat Şimşek got, li ser îxbara Serokê Parêzgeha Îzmîrê ya Zafer Partiyê lêpirsîn hat destpêkirin û birayê wî Ramazan Şîmşek hat binçavkirin û îro dê sewqî dozgeriyê bê kirin.

Li ser navê HAK PARê endamê nû yê meclisa partiyê Menaf Kiran axivî û got: “Ev pêkanîn bêtehamuliya li hember ziman û nasnameya kurdî nîşan dide û HAK-PAR divê kurd bibin xwedî statuyeke ku tê de bi azadî xwe, ziman û çanda xwe îfade bikin. Divê dewlet rêz li vê yekê bigire û vî mafî bi qanûnî misoger bike." Biryardariya karmendê Kurdan a ji bo xizmetkirina bi ziman û çanda xwe, wê bibe sedema ji holê rakirina van pêkanînên zext û zordariyê.”

Bûroya Çapemenî HAK-PAR

 

Vî nûçeyê tevayî: 534 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:43:57