HDPê bersiva tifaqê da HUDA-PARê

HUDA-PARê bi mebesta ku di hilbijartina 24ê Hezîranê de tifaqê bikin daxwaza hevdîtinê li hemû partiyan kiribû. HDPê bi sedema ku partî ji tifaqê re ne amade ye bersiveke neyînî da.
07.05.2018, Pts - 11:43
HDPê bersiva tifaqê da HUDA-PARê
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya Mahmut Ilicaliyê rojnameya Cumhuriyetê, HDP ji bo tifaqa hilbijartina 24ê Hezîranê bi partiyên çep, sosyalîst û grûb û partiyên kurd re hevdîtin pêk anîn. Partiyên Kurdistanî ku ji PSK, PAK, PDK-Bakur, PDK-T û Hereketa Azadî pêk dihat ji bo tifaqa hilbijartinê pêşniyar hem li HDP û hem jî li HUDA-PARê kir. HDPê pêşniyar red nekir û bersiva ku wê di lijneyên partiyê de binirxîne da.

Di berdewamiya nûçeyê de hat gotin ku cara yekemîn nêzîkbûna herdu partiyan bû sedema nîqaşan û ji bo nûçeyên ku wê tifaq were sazkirin li raya giştî hatin parvekirin bertekên tund hatin nîşandan. Hem endam û rêvebirên çep û sosyalîst û hem jî hevserokê HDPê Sezai Temelli li dijî tifaqa HUDA-PARê derketin û ragihandin ku partî ji vê tifaqê re ne amade ye.

Li gor agahiyan hevdîtinên HDPê bi Partiyên Kurdistanî re didome û eger lihevhatin çêbibe dibe namzed ji lîsteyên HDPê têkevin hilbijartinê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1457 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:05:44