Hejmarek mûşek li Dîlokê ketin: Kuştî û birîndar hene

5 roket li navçeya Gilgamêş a Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ketin
21.11.2022, Pts - 12:17
Hejmarek mûşek li Dîlokê ketin: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

5 roket li navçeya Gilgamêş a Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ketin. Parêzgarê Dîlokê ragihand ku di encama ketina 5 roketan de 2 kesan canê xwe ji dest dane. Wezîrê Navxwe jî diyar kir ku 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Hat diyarkirin ku roket li lîseyek û 2 malên li navenda navçeyê û barhilgireke li nêzî Deriyê Sînor ê Gilgamêşê ketine.

Parêzgarê Dîlokê Davut Gul diyar kir ku di êrîşê de 5 roket hatin avêtin, 2 kesan canê xwe ji dest dan û 6 kes jî birîndar bûn.

Gul li ser hesabê xwe yê Twitterê got, “Ji aliyê rêxistina terorê ve ji rojhilatê Feratê 5 hewan/roket avêtin navenda navçeya Gilgamêşê. Di êrîşa ku li cihên sivîlan hat kirin de 2 welatiyên me canê xwe ji dest dan. 2 jê giran 6 welatiyên me jî birîndar bûn. Agahiyên berfireh wê paşê bên parvekirin.”

Soylu: 3 kesan canê xwe ji dest dan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku di êrîşa bi roketan de 3 canê jiyana xwe ji dest dane.

Soylu got, “Bi qasî ku me tesbît kir, 3 hawan ketine. Piştre ji ber ku hin ji van li gundan ketin 6 kes birîndar bûn. Ew birine nexweşxaneyan. Mixabin agahiyên destpêkê 3 welatiyên me canê xwe ji dest dane. Yek jê zarok bû, yek jî mamoste bû.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 286 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:14:10