Hevşaredarê Peyasê jî di nav de 9 kes hatin girtin
Li parêzgeha Enqereyê ji 12 siyasetmedar, rojnameger, parêzer û parazvanên mafên mirovan 9 ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.
30.11.2024, Cts - 07:31
Di çarçoveya lêpirsînekê de Hevserokê Şaredariya Peyasê ya Amedê Cengîz Dundar, Cîgira Hevseorkê DEM Partiyê Sevtap Akdag, yek ji damezrînera Komeleya Mafên Mirovan Nîmet Tanrikulu û neh kesên din hatibûn desteserkirin.
Piştî kar û barên yasayî derbarê 9 kesan de biryara girtinê hat dayîn û yên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
26ê mehê li 30 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyonek hatibû kirin.
Di encamê de 231 kes hatibûn desteserkirin ku piraniya wan siyasetmedar, rojnameger, hunermend, parazvanên mafên mirovan û welatiyên sivîl bûn.
Vî nûçeyê tevayî: 387 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:57:46