Hevserokê şaxa Bongilanê ya HEDEPê hat girtin

Ji 18 kesên ku li parêzgeha Çewlîgê hatibûn desteserkirin, Hevserokê Rêxistina Bongilanê ya HEDEPê jî di nav de 5 kes bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
11.11.2023, Cts - 10:25
Hevserokê şaxa Bongilanê ya HEDEPê hat girtin
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê Dara Hênê, Kanîreş û Bongilanê rojên 6-7ê Çiriya Paşînê polîsan bi ser gelek mal û navnîşanan de girtibû.

Di wan serdegirtinan de 18 kes hatibûn desteserkirin.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, piştî karûbarê îfadeyê yê li Rêveberiya Ewlehiyê 11 kes ji wan hatin berdan.

Hevserokê Rêxistina Bongilanê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Ubeyîd Ozer, Mazlum Serinyel, Abdurrahman Sav, Şefîka Dogan û Alaatin Narinç jî di nav de 7 kes ji Dadgeha Çewlîgê re hatin şandin.

Her 7 kes ku bi “endamtiya rêxistinê” û “fînansekirina rêxistinê” dihatin tohmetbarkirin, piştî li dozgeriyê îfadeya wan hat wergirtin, bi daxwaza girtinê ji Dadgeriya Nobedar a Silh û Cezayê re hatin şandin.

Li dadgeriyê piştî îfadeyan, Hevserokê Rêxistina Bongilanê ya HEDEPê Ubeyîd Ozer, Mazlum Serinyel, Abdurrahman Sav, Şefîka Dogan û Alaatin Narinç bi heman îdiayan hatin girtin û 2 kes jî bi mercê kontrola edlî hatin berdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 323 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:12:23